Piştî erîşa mûşekiya paşmaweyên rêjîmê bo ser îsraîl, li sibêdeha roja Dûşemî 8ê Xizîranê, Îsraîlê li bersiva wan êrîşan de çendîn cih kirine armanc ku navenda petrokîmiya “Karûn” li bajarê Mahşehrê, yek ji wan armancane ye.
Pêka dawî raporên belavbûyî, çendîn teqînên mezin li rojava û başûrê bajarê Têhranê, derdora firokexaneya Mêhrabad ya Têhranê hatine bihîstin û li bajarên “Tewrêz, Urmiye, Îsfehan, Xumêynîşehr, Kerec, Ferdîs, Robat Kerîm, Necefabad, Baqirşehr, Îslmaşehr a Şehrê Rêy, Şehriyar, Qurwe li parêzgeha Sinê û bajarê Melard”ê de teqînên mezin hatine bihîstin.
pêka dawî zanyariyan, sipaha pasdan a terorîst, li şeva derbasbûyî, 11 mûşek avêtibûne Îsraîlê ku li esmanê Îsraîlê de hatine teqandin û Îsraîlê jî bersiva vê êrîşê da.