Şeva derbasbûyî rêjîma komara îslamiya Îranê, pêlekî berfireh a êrîşa mûşekî kire ser Îsraîl.
Mediayên Îranê ragîhandin ku şeva derbasbûyî li 3 qonaxan de, Îsraîl bûye armanca dehan mûşekên balêstîk yên Îranê.
Berî evê ku ev mûşekên rêjîma Îranê bigehne esmanê Îsraîl, parek ji wan hebxwe li rê de û li ser welarên cîran keftine xwarê, Îsraîl jî ku ji vê êrîşê agehdar bûye, sîstema berevaniya asimanî xistiye kar û piraniya wan mûşekan xistine xwarê û teqandine.
Hinek mûşekên rêjîma Îranê jî keftine nava cihê akincîbûna welatiyên Îsraîl li nava gund û bajaran.
Îsraîl pêşwexte xelkê xwe agehdar kiribûn ku ji box we parastinê, biçne penahgehan.
Gorî wan video û wêneyên ku hatinî belavkirin, vê êrîşa mûşekî bo ser Îsraîl xisara madî hebûye, lê heya niha ti nûçeykî fermi li ser xisara can ji aliyê rayedar û mediayên Îsraîlî ve nehatiye belavkirin.
Rêjîma Îranê bi armanca tolhildana êrîşa Îsraîl bo ser Beyrûtê ragîhandiye.