Piştî êrîşa mûşekî a Îranê bo ser Îsraîl û êrîşa bersivderane a Îsraîl bo ser çendîn armancê li nava Îranê de, welatên deverê esmanê xwe bo firîna firokên misafirhilgir û bazirganî daxistin.
Li vê derbarê de welatên Îraq, Ordon, Sûriye û hin welatên Erebî li kendavê, bi awayê demkî esmanê welatê xwe li pêşiya hatinûcûçona firokan daxistin.
Wan welatan ragîhandin ku li ber êrîşên Îran û Îsraîlê bo ser hev, Esman ewleh nine.
Pêka hilkefta cografiyayî a Îran û Îsraîlê li dema şer de, hem firokên êrîşbere şer ên Îsraîl, hem mûşek û dironên rêjîma Îranê, li ser esmanê Îraq, Sûriye û Ordonê re derbas dibin, lewra ev weta dema şer de esmanê xwe dadixin.
Şeva derbasbûyî li dema mûşek avêtina Îranê bo Îsraîl, li piraniya newçên Îraq û Ordon û Sûriyê de, xelkê wan welatan debasbûna mûşekan dîtine, û heta çendîn mûşekên rêjîma Îranê, li nava wan welatan de keftine xwarê.