Velîullah Heyatî, cîgirê ewlehî û întîzamî yê parêzgarîya Xûzistanê, ji êrîşeke esmanî û mûşekî ya Îsraîlê li ser şîrketa Petrokîmya Karûn li Mahşehrê piştrast kir.
Ajansa nûçeyan a hikûmetî Fars, ji zarê Heyatî ve ragîhand ku di dema vê êrîşê de, beşek ji tesîsên vê meydana petrokîmyayê zirar dîtîye. Lê belê, tu hûrgilî derbarê rêjeya zirarên gihîştî de nehatine weşandin.
Têkiliyên giştî yên şîrketa Petrokîmya Karûn aşkera kr ku vê êrîşê tu xisara canî nebûye.
Di heman demê de, artêşa Îsraîlê jî piştrast kir ku çendîn armancên girêdayî tesîsên petrokîmyayê li Mahşehrê dane ber êrîşê û ji nav birine.
Li pey vê êrîşê, medyayên navxweyî ji zarê daxuyaniya têkiliyên giştî yên Rêxistina Herêma Taybet a Aborî ya Petrokîmyayê ragîhandin ku bi biryara fermandarîya bilind a parastina sivîl û birêvebirina qeyranê ya Herêma Taybet a Aborî ya Petrokîmyayê, hemû karmend û kirêkarên vê hatine agehdarkirin ku bi awayekî lezgîn herêmê bicî bihêlin û derkevin.
Ev êrîş di demekê de pêk tê ku di dema êrîşên hevbeş ên pêşîn ên Amerîka û Îsraîlê de jî hejmarek ji meydan û tesîsên petrokîmyayê li Îranê bibûn armanc.