Husiyên Yemenê ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên piştîvanîkirin, êrîşeke mûşekî li ser Îsraîlê encam dan û hatûçûna keştiyên wî welatî li Deryaya Sor qedexe kirin.
Husiyan di daxuyaniyekê de ragihand ku: “Me qedexekirina tevavî ya hatûçûna deryayî bo Îsraîlê ragihandiye û ji niha ve hemû hatnûçûna dijminan wek armancên leşkerî yên rewa dibînin.”
Ev yekem êrîşa mûşekî ya Husiyan e li ser Îsraîlê piştî destpêkirina agirbesta demkî di navbera Îran û Amerîkayê de. Berê Artêşa Îsraîlê piştrast kiribû ku mûşekek ji Yemenê hatibû avêtin û sîstema berevaniya asmanî bersiva wê daye.
Husî û Hizbulaha Lubnanê beşek in ji girûpên terorîstî ên girêdayî bi rêjîma Îranê li jêr nave “Mehwera Muqawimet” ê ku di bin fermana Komara Îslamî ya Îranê de ne.