Roja 16ê Cozerdana 1405an, festîvala salane a çandî a neteweyan bi beşdariya nêzî bi 30 netewe yên cuda li bajarê Alborg a Danîmarkê birêve çû û kurdên akinciyê wî welatî jî wekî balyozên çanda Kurdistanê bi coşek taybet ve di vê festîvalê de beşdarî kirin.
Di vê festîvalê de kepra Kurdistanê ji aliyê Rêkxirava (Mala Kurdî li bajarê Alborg) hatibû rêkxistin, di destpêkê de bi xiwarinên resen ên Kurdewarî pêşwazî li serdanîkeran hatie kirin û piştre nimayşek rêk û pêk li cilûbergên renga reng ên deverên cûda ên Kurdistanê û govenda Kurdî jî hate pêşkeşkirin ku bala beşdarbûyan bo aliyê xwe rakêşa.
Tevî nimayîşa cilûbergên resen, çendîn alavên folkilorî, amêrên mûsîqa û hêmayên çandî ên Kurdistanê hatibûne danan û ji aliyê birêveberan ve rohinkariyek hewce li ser dîrok û çand û nasnameya gelê Kurd jî bi neteweyên din hate dan.