Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Neftê careke din bilind bû

11:25 - 8 Hezîran 2026

Li roja Duşemî 8ê Hezîranê, piştî vebûna bazarên cîhanî ya neftê, bi sedema zêdetirbûna aloziyên li deverê û şerxwaziyên paşmaweyên rêjîmê û herwisa milîsên ser bi vê rêjîmê, nirxa neftê %3 bilind bû.

Ev bilindbûna nirxa neftê piştî êrîşa mûşekiya sipha pasdaran a terorîst bo ser Îsraîlê dest pêkir.

Pêka raporên belavbûyî, nirxa nefta Birênt, nîşandeka navnetewî ya neftê, li destpêka bazara îro de %3.29 zêde bû û nirxa her bermîlek neftê gihîşte 96 Dolar û 15 sêntan.

Destpêkirina ji nû ve şer û êrîşa mûşekî a rejîma şerxwaze Îranê û bersiva Îsraîl, bû sedemê aloziya zêdetir a rewşa abûrî û bilindbûna nirxa neft û enirjiyê.

Wê rewşê bandorekî mezin li ser abûriya Îranê jî heye ku bi curekê ji roja derbasbûyî ve tûmenê Îranê nêzîkî 10 hezarî li hember Dolar de bihayê xwe ji dest daye.