Di berdewamîya aloziyên leşkerî yên di navbera Komara Îslamî û Îsraîlê de, sipêdeha îro pêla nû ya êrîşên Îsraîlê çendîn deverên li Îranê kirin armanc, û dengê teqînan li Tehran, Îsfahan, Hemedan û Şîrazê û Yezd û Kirmanê û çendîn bajarên din hatin bihîstin.
Raport û zaniyariyên hatinî belavkirin bas ji bihîstina dengê teqînan li rojava, rojhilat û başûrê Tehranê kirine, û herwisa li deverên Îslamşehr, Melard, Kehrîzek û bajarê Reyê deng hatine bihîstin. Di heman demê de sîstima berevaniya esmanî ya Komara Îslamî li esmanê Tehranê çalak bûye.
Herwisa, raport li derheq teqînan li Îsfahanê, êrîşek li ser navçeya Kebûderahengê ya ser bi parêzgeha Hemedanê û armancgirtina balafirgeha Şîrazê hatine belavkirin. Hin çavkaniyan jî ragihandine ku Zanîngeha Aşûra, ku girêdayî hêza hewa - feza ya Spaha Pasdaran e, bûye armanc.
Piştî berfirehbûna şer û pevçûnan, Balyozxaneya Hindistanê, ji welatiyên xwe xwestiye ku Îranê bi cî bihêlin.
Di heman demê de, çavkaniyên nêzîkî Komara Îslamî jî ragihandine ku Husiyên Yemenê dronên nû ber bi Îsraîlê ve avêtine.
Heta niha, zaniyariyên rast liderheq zirarên wan êrîşan nehatine belavkirin, lê rapor nîşan didin ku Tehran û çend bajarên din ên Îranê hîn jî di rewşeke ewlehî û leşkerî ya gelek aloz de ne.