Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PWK-EWROPA KONGRA XWE YA DUYEM LI DAR XIST

14:20 - 8 Hezîran 2026

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyekê ragîhand ku şaxa vê Partiyê a -Ewropayê kongreya xwe ya duyem di 6ê hezirana 2026an de li dar xist. Di kongreyê de ji welatên Ewropayê Almanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Swîsre, Awistirya, Danimarka, Norweç, Finlandîya û Swêdê 43 nûner beşdar bûn.

Ji ber hinek sedêmên taybetî kongre bi awayê Onlain pêk hat. Kongre bi rêzgirtina şehîd û pakrewanên Kurdistanê ji alîyê serokê PWK-Ewropayê rêzdar Baran Boskan ve hate vekirin û li ser pêşniyara Komîteya Rawêj ji bo dîwanê hevalên Nezîr Akat, Seval Mert û Sîrac Kirici hatin hilbijartin.

Serokê Giştî rêzdar Mustafa Ozçelîk, Cîgirê Serokê Giştî Vahîd Aba, endamên rêveberîya PWKê Yusuf Aydin û Mihemedelî Yilmaz jî weke mêvan beşdarî kongreyê bûn. Rêzdar Mustafa Ozçelîk axaftin û nirxandinek giştî li ser rewşa herêmê, Kurdistanê û Partiya Welatparêz a Kurdistanê pêşkêşî kongreyê kir.

Kongirebi pêşkêşkirina rapora xebatê, rapora aborî ji aliyê Baran Boskan, û gotûbêjên li ser raporan berdewam kir. Komîteya Çavdêr ya PWK-Ewropayê jî rapora xwe ya li ser aborî pêşkêş kir.

Piştî nirxandinên li ser xebatên heta niha û awayê xebatên pêşerojê, organên PWK-Ewropayê hatin hilbijartin. Kongre bi hinek biryar û pêşniyarên nûneran û bi awakî serketî bi dawî hat.