Roja duşemê 18'ê Cozerdana 1405'an, Helkeft Ezîz, medyakarekî dilsoz, Kurdperwer û jêhatî yê Tora Medyayî ya Rûdawê, bi sedema bûyereke trafîkê li ser rêya Besreyê canê xwe ji dest da.
Helkeft Ezîz berpirsê ofîsa Rûdawê li Bexdayê bû. Navborî ji dayikbûyê sala 1989'an li bajarê Kerkûkê li Başûrê Kurdistanê bû. Helkeft Ezîz rojnamevanekî profesyonel, xemxorê gelê Kurd û kesekî nîştimanperwer bû.
Nîvroya roja duşemê, ligel hevkarekî xwe ê bi navê Helkeft Mistefa bi armanca amadekirina dêkomênterekê ber bi Besreyê bi rê dikevin ku mixabin li ser rêyê rastî bûyereke trafîkê tên.
Di vê bûyerê de maşînekî barhilgir li maşîna wan dixe, Helkeft Ezîz birîndar dibe û ji ber giraniya birîna xwe, mixabin canê xwe ji dest dide. Canjidestdana wî bêguman xesareke mezin e ji bo media û rojnamevaniya pîşeyî li Kurdistanê.
Em bi navê Navenda Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî derbirîna xem û kovanên xwe ji bo canjidestdana rojnamevan û hevpîşeyê me yê rêzdar Kak Helkeft Ezîz, em sersaxiyê li heval û hevkarên wî yên li Tora Medyayî ya Rûdawê, hevpîşeyên wî yên di qada rojnamevaniyê de û herwisa li malbata wî ya rêzdar dikin û hêviya sebrê ji bo wan dixwazin.
Navenda Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
8'ê Hezîrana 2026'an