Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Her xaleke lihevkirinê digel rêjîma Îranê dibe rastiya vê bê selimandin

09:14 - 9 Hezîran 2026

Cî Dî Vens, cihgirê Serkomarê Amerîka li hevpeyvîna digel “Fox News”ê de ragihand ku Amerîka û Îsraîl, gelek berjewendiyên hevpar hene û Îsraîlê li derheq rêjîma Îranê hinek armanc hene û Amerîka jî daye zanîn ku dibe ji destpêrenegihîştina rêjîma Îranê bi çeka navkî, alxahîn be.

Navbirî tekez kir ku her lihevkirinek digel rêjîma Îranê dibe rastiya xalên vê bêne selimandin û eva ku serkevtina her lihevkirinekê diyarî dike, ev nîne ku ya li ser kaxezê tê nivîsandin, belku pêbendbûna rastîn bi wan xalan e.

Axaftinên cihgirê Serkomarê Amerîka li halekê de ye ku rêjîma Îranê li heyama desthilata xwe de bi rohnî û eşkere û bi berdewamî, nîşanî hemû cîhanê daye ku pêbendê ti yasayek mirovî, siyasî û cîhanî nîne.