Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl û paşmaweyên rêjîma Îranê ragihandine ku şer sekinandine

09:20 - 9 Hezîran 2026

Piştî êrîşa mûşekî ya spaha pasdaran a terorîst bo ser Îsraîl û bersivdana Îsraîl, wan du aliyan sekinandina şer ragihandine, ev yeka li halekê de ye ku ti alkiyekê bawerî bi vê sekinandina şer nîne û paşmaweyên rêjîma Îranê bi ti awayek amade nînin dest ji şerxwaziyên xwe berdin û gefxwarinên wan berdewam in.

Li vê derheqê de Serkomarê Amerîka jî ragîhandibû ku Îsraîl û rêjîma Îranê dixwazin şer bisekinînin û her bi xwe jî daxwaza sekinandina şer kiribû û tekez kiribû ku danûstandinên dawî bo bidestveanîna aşitiyê li navbera Amerîka û rêjîma Îranê bi rê ve diçin, meger nezanî an nefamiyek rêgirî ji vê aşitiyê bike.

Tiram gotiye eva ku heya niha li pêvajoya danûstandinên di navbera Amerîka û rêjîma Îranê de xuyadike, desthilatdarên rêjîmê dixwazin lihevkirinekê bikin û şertên me qebûl nekin, dê derencamên gelek xirab bi dû xwe de bîne, ev bi xwe jî dizanin ku ger lihevkirinê qebûl nekin dê ji nav biçin