Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netenyahu ragîhand, Şerê li dijî Îran û Hizbullahê bi dawî nebûye

09:33 - 9 Hezîran 2026

Binyamîn Netanyahu, Serokwezîrê Israîlê, ragihand ku ew nahêle dijmin hevkêşe, ewlehiya welatê wî diyarî bikin. Wî amaje bi vê yekê kir ku Komara Îslamî ya Îranê û Hizbullah ji her demê lawaztir in û bal kişand ser vê yekê ku pevçûn hîn bi dawî nebûne.

Netanyahu, Îran û Hizbullah tawanbar kirin ku wan xwestiye hevkêşeyeke nû ya ku nayê qebûlkirin bisepînin.

Ev aloziyane piştî wê çê bûn ku Îran, bi îdîaya ku Îsraîlê agirbesta 19ê Xakelêwe li Zahiye binpê kir, bi mûşekan êrîş kire ser Israîlê.

Netanyahu got ku di bersivê de ferman daye artêşê ku binkeyên leşkerî û aborî yên Îranê bobmaran bikin û hişdarî da ku heke rêjîma Îranê dîsa êrîş bike, bi hemû hêza xwe dê bersiva wan bê dayîn.

Di heman demê de, Yisrael Katz, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê, hişdarî da ku her êrîşek li ser bakur, bi lêdana Zahiye ya Beyrûtê dê bê bersivandin.

Wî zêde kir: Her hewildanekî  Îranê ji bo pêkvegirêdana eniya Lubnan û Îranê û êrîşkirina li ser Israîlê, dê bi bertekeke pir bihêz re rû bi rû be, tam wekî ya ku duh qewimî.