Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka li heyama du heftiyan de wê serkeftinê bi ser Îranê de rabigehîne

10:09 - 9 Hezîran 2026

Donald Tiramp, pêşbînî dike ku welatê wî dikare li heyama du heftiyên bê de, Serkeftina Tewaw bi ser Komara Îslamî de rabigehîne û ragehand ku danûstankarên Îranê, amade ne hemû tiştekê bidene me.

Tiramp roja Dûşemî 18ê Cozerdanê, li kempeynek televziyonî de bo piştgîrîkirin li hilbijartina sênator Lîndsî Giraham berbijêrê Komarîxiwazan û Pamêla Ayût berbijêrê posta parêzgar li wilayetên Karolîn a  Başûr ev axiftin kirin.

Serokomarê Amerîka tekezî li ser vê kir ku eva serkeftinek tewaw dibe ku bi wan zûkatiyan wê rûbide, û di encamê de nirxa neftê jî wê dakeve.

Di despêka şer ve li dawiya meha Nîsanê, Tiramp çendîn car pêşbînî ên corbicor xistine rû ku li gorî wan, nakokiya navbera Amerîka û Îranê dibe li heyama çend heftiyan de dawî pê bê.

Heya niha li Îslamabadê de çend xulek danûstandin li navbera Amerîka û Îranê birêve çûye ku li niha de hatine ragirtin, û rewşa niha a gotûbêjan di navbera Amerîka û Komara Îslamî de heya niha nerohn e.

Hevdem Serokomarê Amerîka daxwaz ji Bênyamîn Netenyahu, Serokwezîrê Îsraîlê kiriye ku dema zêdetir bo berdewmbûna danûstandinên Amerîka ligel Komara Îslamî de terxan bike.