Endamê heyeta birêveberiya pîşe ya maclîsa rêjîmê yê bi navê Elî Hedadî, gef li Amerîka û Îsraîlê xwariye ku hekî êrîşên Îsraîl bo ser Hizbullaha Lubnanê berdewam bin, Îsraîl û binkeyên Amerîka li Rojhilata Navîn dê bibin armanca êrîşan û Îsraîl û Amerîka agirbestê binpê dikin.
Axaftinên wî paşmaweyê rêjîmê li halekê de ye ku Îsraîlê fermana derketina xelkê ji bajarê Sûr ê, daye ku li başûrê Lubnanê de ye û daxwaz ji xelkê kiriye ku ji binke û navendên Hizbullahê dûr bikevîn da ku ji êrîşên giran ên Îsraîl bo ser Hizbullahê, parastî bimînin.
Pêka dawî raporan, Hizbullahê hêza xwe ya serbazî bi qasa herî zêde ji dest daye û zarokan bo şer bi kar tîne ku tora “Elhedes” û nûçegihaniya “El-Erebiye” jî li vê derheqê de rapor belav kirine.