Di berdewamiya siyasetên têkderane û alozî çêkirinên rêjîma Îranê li herêmê de, Îsmaîl Qaanî fermandê Hêza Quds a Spaha Terorîst a Pasdaran, roja duşemê perde li ser planekê hilda ku ji bo çêkirina "kemerbendeke ewlekariyê ya berxwedanê" ku ji Tengava Hurmizê heta Tengava Babûlmendebê dirêj dibe.
Qaanî pesnê êrîşên mûşekî yên koma terorîst a Hûsiyên Yemenê ji bo ser Îsraîlê kir û ragihand ku komên din ên kirêgirtî yên ser bi Tehranê, amade ne di dema hewce de bikevin nav vê alozîxaziya nû de.
Ev gotin careke din diselimînin ku rêjîma Îranê, komên çekdar ên herêmê wek amûrekê ji bo şerê wekaletê û têkdana aramiya herêmê bikar tîne.
Fermandê Hêza Quds gef xwarane û hişyarî da Amerîka û Îsraîlê û got: Şervanên bêsînor bi ser rêyên we de zal in û dê qirika we bigivêşin."
Ev daxuyaniyên şerxwazane di demekê de ne ku civaka navdewletî, rêjîma Îranê wek têkdera sereke ya ewlekariya aborî ya cîhanê dizane, bi taybetî piştî ku artêşa Îsraîlê teqandina mûşekeke din a Hûsiyan piştrast kir ku ber bi xaka Îsraîlê ve hatibû avêtin.