Komara Îslamî ya Îranê ji tires berfirehbûna nerazîbûnan, pêleke tundûtûjî di girtin û tohmetbarkirina welatiyan de dest pê kiriye. Di vê çarçoveyê de, civaka navdewletî hişyariya tund li ser metirsiya canê girtiyan dide.
Berdevkê Dezgeha bi navê dadwerî ya rêjîmê bi vê kir ku 3 hezar û 121 kes bi tohmeta hevkarî digel Îsraîlê ketine ber pêla lipeyketina dadwerî û ji vê hejmarê jî 2 hezar û 406 kes ji wan hatine binçavkirin.
Rêjîma Îranê bi piştgirêdan bi yasayên xwe yên tepeserkar ya payîza borî, tenanet welatî ji ber çalakiyên asayî yên medyayî, rexneyên siyasî, an jî hebûna amûra înterneta Starlink ê, rû bi rûyî tohmetên giran ên sîxurî, destbesegirtina milk û cezayê darvekirinê bûne.
Hevdem “Mai Sato”, rêportêra taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên mafên mirov li Îranê, nîgeraniya kûra xwe li hemberî vê pêla bêmînak ya girtin û cezayên giran ên bidarvekirinê di bin navê tohmetên bêbingeh de aniye ziman.
Heyamekê berî niha jî “EhmedRiza Radan” Fermandê Giştî ê Polîsa Îranê ragihan dibû ku 6 Hezar 500 kes bi sûçê sîxurî û welatfiroşiyê binçavkririne.