CENTCOMê ragîhand ku li demjimêr 5ê Êwarê bi dema Waşîngtonê, êrîşên xwe bo ser rêjîma Îranê dest pê kirine û ev êrîşa li bersiva xistinexwarê ya hêlîkoptereke cura Apaçî ji aliyê rêjîma Îranê ve bûye.
Li vê derheqê de nûçegihaniya Mêhr a ser bi rêjîma Îranê belav kiriye ku dengê çendîn teqînan li derdora bajarê “Sîrik” li parêzgeha Hormozganê, çiyayê Mobarekê, bajarê Mînab û Caskê û herwisa girava Qişmê hatine bihîstin û ev êrîş ji aliyê balafirên şerker ve hatine kirin.
Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka piştrast kiriye ku hêlîkoptereke cura Apaçî ya Amerîkayê li tengava Hormozê de kevtiye xwarê û 2 Xeleban “Pîlot” ên vê ji mirinê hatine rizgar kirin.
Ragihandinên Amerîkayê, lêketina dironeke rêjîma Îranê bi hêlîkopterê bi sedema vê bûyerê dane zanîn.