Şeva derbasbûyî Sêşemî 19ê Cozerdana 1405an, bo careke din rêjîma Komara Îslamî êrîş kire ser binkên Hizba Demokrat.
Di vê êrîşa nû de rêjîma Komara Îslamî bi çar dironan, bilindahiyên Balîsanê li Başûrê Kurdistanê kire amanc.
Her di vê peywendiyê de roja Dûşemî 18ê Cozerdanê jî, kempa Azadî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi du dironan ji aliyê Komara Îslamî ve bû amanca êrîşan.
Komara Îslamiya Îranê di heyama destpêka şerê ligel Amerîka û Îsraîlê ve heya niha bi pitir ji 137 mûşek û dironan kempa malbatên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û binkên dermanî û perwerdehî ên vê hizbê kirine amanca êrîşên mûşek û dironî ku şehîd û birîndarbûna çendîn Kesan jî bi dû xwe de anî.