Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê rêjîmê hişyarî da hêzên Amerîkî ku ji bo evê ku di silametiyê de bimînin, herêmê Terik bikin.
Ev di demekê de ye ku şeva derbasbûyî pêla duyem a êrîşên Amerîkayê li dijî sîstemên parastinê û radarên Îranê hat kirin.
Wezareta Derve ya rêjîmê Îro jî bi daxuyaniyekê, êrîşên Amerîkayê ku wek bersivekê ji bo xistina helîkoptereke vî welatî di Deryaya Omanê de hatibûn kirin, wek pinpêkirina eşkere ya yasaya Neteweyên Yekbûyî û binpêkirina serweriya neteweyî û yekparçeyî ya xakê" da zanîn û ragihand ku hêzên çekdar ên Îranê bingehên Amerîkayê li herêmê de ku çavkaniya van êrîşan bûn, kirine armanc".
Wezareta Derve ya rêjîmê gef xwar û weha hişyarî da ku Îran di bikaranîna mafê xwe yê rewa yê xweparastinê de, qet dudil nebe.
Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî jî hişyarî da ku êrîşên Amerîkayê yên li dijî Îranê, bêbersiv nemînin.