Li roja Çarşemî 10ê Hezîranê, spaha pasdaran a terorîst bi diron û mûşekan binkeyên Amerîkayê li welatên “Kuweyt, Behrêyn û Ordon”ê de kirine armanc ku pêka dawî raporan, ti xisarek malî û canî bi wan binkeyan nekevtiye û diron û mûşekên rêjîmê li esmanê wan welatan de ji aliyê berevaniya esmanî ve hatine teqandin.
Pêka dawî raporan artêşa Ordonê her 5 mûşekên avêtî yên rêjîmê bo ser binkeya “El-Erzeq” li esman de teqandine û li Behrêynê de jî daxwaz ji xelkê hatibû kirin ku li cihê ewleh de bimînin.