Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îranê û Spaha Pasdaran ragihandin ku êrîş kirine ser dehan binkên Amerîka

10:18 - 10 Hezîran 2026

Gorî daxuyaniyên Artêşa Îranê û Spaha Pasdaran, pêleke êrîşên dironî, kirine ser bingehên Amerîkî û sîstemên radarî yên Fîloya Pêncem a Amerîka li Behreynê. Herwisa Spah û Artêşê îdîa kirine ku êrîş kirine ser bingehên Amerîkayê yên li Ordun û Kuweytê jî.

Spaha Pasdaran ragîhandiye ku wan bi mûşekên xwe yên dûravêj, 4 armancên girîng di nav de hêlûna firokeyên şer ên F-35 li bingeha esmanî û navenda fermanrewayî û kontrola artêşa Amerîkayê li El-Ezreq a Ordunê kirine armanc.

Di demekê de ku Spaha Pasdaran îddîa dike ku 21 bingehên Amerîkayê li herêmê kirine armanc, New York Times îro çarşemê li ser zarê berpirsekî Amerîkî nivîsand ku nirxandinên destpêkê nîşan didin ku hemû êrîşên Îranê hatine pûçkirin û hemî mûşek û dironên Îranê her li Esman de xistine xwarê, û tu raporek li ser zirar gihandina bi bingehên Amerîkayê an jî xisarên canî nehatiye ragihandin.

Berpirsekî din ê Amerîkî jî ji New York Times re gotiye, îddîaya Spahê ya derbarê êrîşa li ser bingehên Amerîkî ne rast e. Hîn berpirsên CENTCOMê bi fermî di vê derheqê de tu daxuyaniyek nedane.