Kumîteya Mafê Mirov a Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhelatê Kurdistanê rapora xwe ya taybet bi binpêkariya mafê miro li Rojhilatê Kurdistanê de belav kir
Di destpêka meha Gulanê ve heya niha aliyê kêm 25 Ciwanên Kurd li Rojhelatê Kurdistanê bi tometên curbicur hatine girtin ku amar wihane,
Li Mihabadê de 5 kes, ji wan nûgihanek 17 salî, Ciwanro yê kesek, Bokan Du kes, Îlam Sê kes, Pîranşar sê kes û Ûrmiye kesek.
Li gorî amara tomarkirî li Komîteya Mafê Mirov a Yeketiya Ciwanên Demokrat a Rojhelatê Kurdistanê, aliyê kêm 24 Ciwanên Kurd bi tohmetên curbicur, bi taybet hinek ji wan bi tohmeta sîxûrî bo Îsraîlê hatine bidarvekirin, herwisa 68 girtiyên dinêye Kurd metirsiya cîbicîkirna sizaya bidarvekirinê li ser wane.
Dadgehîkirina wan girtiyan li rewşek nedadperweran de bûye û bi bê dîtina malbatên xwe hatine bidarvekirn.
Meysem û Mûcteba Weysî, du bira binavên Çalakvanên Medenî ên xelkê Kirmaşanê, ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve hatine gulebarankirin û şehîd bûn, tevî vê yêkê jî birayek û kurmamek dinêye wan yên bi navên Secad û Şayan Weysî sizaya mûharibe bi ser wan de hatiye sepndin.
Komîteya Mafê Mirov a Yeketiya Ciwanên Demokrat, nîgeraniya xwe li hember destpêkirina pêla nû a bidarvekirin û girtinan ji aliyê rêjîma Îranê ve radigehîn in.