Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer li başûrê Libnanê dijwar dibe, êrîşên Îsraîlê berfirehtir dibin

12:23 - 10 Hezîran 2026

Êrîşên artêşa Îsraîlê li ser başûrê Libnanê bi tundî berdewam dikin. Medyaya herêmî ragihand ku di demjimêrekê de çendîn deverên wekî Teyr Deba, Dêr Qanûn En-Nehir, El-Mesakin li Sûrê, Kifra, Bereşît û El-Duweyr hatine bombebarankirin.

Di heman demê de, artêşa Îsraîlê hişyariyeke lezgîn da rûniştvanên El-Xesaniye û Humîn El-Fewqa ku ji malên xwe derkevîn û bi Kîlometran ji bingehên Hizbullahê dûr bikevin.

Li aliyê din, artêşê ragihand ku hêzên Lîvaya Gîvatî li bakurê Çemê Lîtanî, bi taybetî li herêmên Zewter a Rojava û Zewter a Rojhilat, dest danîne ser çendîn enbarên çekan ên Hizbullahê ku di nav avahiyên sivîl de hatibûn veşartin.

Li gorî daxuyaniyê, di nav van çekan de mûşek, diron û rokît û gulleyên cudacuda hebûn ku yek ji wan enbaran di odeya zarokan de û li rex textê dergûşekê hatibû dîtin û ji aliyê Hêzên Hizbilahê ve dihat bikaranîn.

Di van operasyonan de zêdetirî 40 çekdarên Hizbullahê hatine kuştin.