Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li roja Sêşemî 30 Hezîranê li civîna teybet bi FATF de ku berpirsên Amerîkayê jî tê de beşdar bibûn, raporek belav kir û pêka vê raporê rêjîma Îranê her li lîstê reş de maye û reftar û karê hewce bo derketin ji wî lîstî nekiriye.
FATF navendeke navnetewî ya diyarîkirina standardên rawestan li hember sipîkirina diraf, rawestan li hember dabînkirina malî ya terorîzmê û rawestan li hember dabînkirina malî bo rêgirîkirin ji zêdebûna çekên komkuj hatiye avakirin.
Paşmaweyên rêjîma Îranê standardên hewce bo derketin ji lîstê reş ê vê navenda navnetewî nebûye, lewma her li lîstê reş de ma.
Pêka daxuyaniya Wezerata Xezînedariya Amerîkayê, FATFê navê welatên “Îraq, Bosnî û Herzeguwîn”ê li lîstê gewir de tomar kiriye û navê welatên “Elcezayîr û Namîbiya”yê li wî lîstî derxistiye.