Li gorî daxuyaniya Ajansa Ewlekariya Asimanî ya Yekîtiya Ewropayê (EASA), tevî peymana çarçoveyî ya di navbera Îran û Amerîkayê de, divê şîrketên balafiran hîn jî ji esmanên Îran, Iraq û Libnanê dûr bikevin.
EASA hişyariya xwe ya ji bo herêmên şer heta 1ê Tîrmehê dirêj kir û ragihand ku rîska binpêkirina agirbestê û tundbûna aloziyan di demeke kurt de, bi taybetî li herêma Tengava Hormozê, hîn jî heye.
Herwisa ajansê bal kişand ser lewaziya agirbesta navbera Îsraîl û Hizbullahê û hişyarî da ku çalakiyên leşkerî yên nû dikarin ewlehiya esmanê Libnanê bixin xetereyê. EASA ji şîrketên hatinûçona Asimanî xwest ku dema li ser welatên wekî Behreyn, Kuweyt, Îsraîl, Ordon, Qeter, Oman, Îmarat û Erebistana Siûdî difirin, bi baldarî tevbigerin.
Ev biryar nîşan dide ku tevî destpêkirina danûstandinên 60 rojî yên di navbera Tehran û Waşîngtonê de, saziyên navneteweyî rewşa herêmê hîn bi temamî aram nabînin.