Ofîsa senatorê komarîxwaz ê eyaleta Karolînaya Başûr, Lindsey Graham, ragihand ku Graham êvara şemiyê, 11ê Tîrmeha 2026an, piştî nexweşiyeke kurt û ji nişkê ve, di 71 saliya temenê xwe de koça dawî kiriye.
Mirina Graham di asta navxweyî û navdewletî de bû sedema bertekan. Serokê Amerîkayê Donald Tiramp hevxomiya xwe nîşan da û ew wek "welatperwerekî rastîn ê Amerîkayê" û yek ji baştirîn senatorên ku nas kiriye bi nav kir.
Herwisa, berpirsên payebend ên Îsraîlê, mîna Serokê Dewletê, Wezîrê Berevaniyê û lîderê opozîsyonê, peyamên sersaxiyê weşandin. Wan Graham wek "yek ji mezintirîn dostên Îsraîlê û gelê cihû" bi nav kir ku her dem, bi taybetî piştî bûyerên 7ê Cotmehê, li dijî gefên Îranê piştgiriya Îsraîlê kiriye. Wan tekez kir ku Îsraîl tu carî dostaniya wî ya rastîn jibîr nekirî ji bîr nake.
Lindsey Graham, senatorê herî xuya û xwedî helwêst bû li hember rêjîma dîktatore komara Îslamî bû, herwisa ev yêk ji desthilatdarên micide Amerîka bû ku daxwazkarê sernixûniya rêjîma axundî li Îranê de bû û berdewam base mafê xelkê Îranê mijara karê wî yê rojane bû.
Lindsey Graham, dostekî bi wefa û xwedî helwêst ê gelê Kurd bû ku hertim piştevanî li maf û daxwaziyên gelê Kurd dikir.
Di zaf qonax û bûyeran de li hember dûjmin û dagîrkerên Kurdistanê de helwêst hebûye, û gelek caran helwêsta wî, bandorekî rastewxwe hebûye li ser helwêst û biryarên dewleta Amerîka jî hebûye, lewra mirna Lindsey Graham, xisar û jidestçona piştîwanekî rastîn ê gelê Kurd e.