Aloziyên li tengava Hormozê berdewamin û rejîma Komara Îslamî bi girtinebera siyaseta şerxwaziya xwe ew rêya avî nearam kiriye û li nûtirîn helwêstê de, spaha terorist a pasdaran ragehand heya dema nediyar Tengava Hormozê bi temamî wê bê daxistin.
Roja Şemî 20ê Pûşperê, Spaha pasdaran li daxûyaniyekî de ragehand, bi sedema evê ku bîhanî bi awayekî neyasayî li karûbarên Tengava Hormozê de destêwerdanê dikin, heya agehdarkirina piştre ew rêya avî wê bê daxistin.
Di vê daxûyaniyê de hatiye ku heya Amerîka li destêwerdan li karûbarên deverê berdewam be, rê bi tu belem û keştiyan nadin ku hatinûçûnê bikin.
Herwisa ew hêza terorîstî a rejîmê hoşdarî da ku li egera her xeletî yan destdirêjiyekê de wê hemû binkên Amerîka li deverê bi tundî bikne amanc.
Hevdem nûçegihaniya Fars ser bi spaha pasdaran ragehand piştî wê daxûyaniya hêza deryayî a spahê keştiyek bazirganî bi sedema evê ku rêniwênî û gef li ber çav negirtine, bi mûşeka Kirûz kirine amanc.
Roja Înê Amerîka 24 demjimêr derfet dabû rêjîma Îranê ku bi fermi rabigehîne ku tengava Hormozê wekiriye û ti bacek ji gemiyên ticarî neyê wergirtin.