Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka pêlek nû a êrîşên bi dijî rejîma Îranê dest pê kiriye

10:57 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2026

Piştî êrîşên Spaha pasdaran bo ser keştiyên bazirganî li Tengava Hormozê, sipêdeha îro Amerîka gerek nû ji êrîşan bo ser binkên rejîmê li Tengava Hormoz û başûrê Îranê dest pê kir.

Sipêdeha îro Yekşemî 21ê Pûşperê, arteşa Amerîka li daxûyaniyekî de ragehand ku, spaha pasdaran keştiyek bazirganî li Tengava Hormozê kiriye amanc û bi sedema evê ku Îran bi soz û rêkeftiname pêbend nîne, li hemeber de emê şiyanên serbazî ên Îranê jinav bibin heya ku nekare çiyê din keştiyan bike amanc.

Di vê daxûyaniya arteşa Amerîka de hatiye ku ew êrîşane bi fermana rastewxwe a Donald Tiramp birêve çûne, hevdem deng û rengê rejîmê behs li çend teqînên bihêz li Mînab parêzgeha Hormozganê û çend bajarên Xûzistan, Eselûye, Dîr û Kengan li prêzgeha Bûşehrê kiriye.

Herwisa nûçegehaniya ser bi Spaha pasdaran 12 teqîn li parêzgeha Bûşehir, 10 teqîn li Casik û çend teqînek din li Kinarekê pişt rast kirin.

Herwisa spaha pasdaran behs li çalakirina sîstema dije esmanî li parêzgehên başûrî ên Îranê kiriye.