Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê

11:32 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2026

Li deve devê 37 saliya Şehîdbûna “Dr. Qasimlo”, Sekreterê giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê dîplomat-terorîstên rêjîma Îranê li bajarê Viyen, hizir û doza wî rêberê navdar li dil û hizra gelê Kurd de her zindî ye.

Endam û alîgirên xebatkar ên Hizba Dêmokrat û herwisa ciwanên şoreşvan ên Kurdistanê bo rêzgirtin û herwisa berdewamkirina doza şehîdan, li salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo de çalakiyên berfireh ên teblîxî lidar dixin û peyman digel rêbaza şehîdan, nû dikin.

Hejmarek ji dawî çalakiyên teblîxî li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de wiha ne:

Li devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, endamên têkoşer ên Hizba Dêmokrat Ala ya Kurdistan û Logo ya Hizba Dêmokrat li çiyayê “Az” bilind kirin.

Li bajarê “Şuwêyşê” ser bi devera Kela’terzan a Sinê, Ala ya Kurdistanê bilind kirin û bi axabanî û Ala ya Kurdistanê xemilandin.

Li 20ê Pûşperê de jî li devera Şinoyê de endamên têkoşer ên Hizba Dêmokrat li devera Dola Deştebêlê, li gundên “Diza Dolê, Şeytanawa, Nenas, Naznaz, Zêwe, ser rêya serekî a Dolê, rûberûyê binkeya Nenas, sêrêyana Gelaz, Şêwe Bîro, gundê Mela Îsa, sêrêyana Kanî Sipî, Îslamliwan, Gencabad, Gikegûr, Rej Gundan, Gulmaweran, Sêlan û perwerişa masî sêlan, Baxê restûrana Qasimlo û Deştebêl”ê de çalakiyên berfireh lidar xistin.

Li berdewamiya çalakiyên li devera Bokanê jî li qelaya Holako ser bi bajarê Bokanê û gundê Birahîmava, Gamêşgulî û Alaşîn a Bokanê de jî çalakiyên berfireh bi rê ve çon.

Li gundê Abad Qelayê ser bi bajarê Miyandavê de çalakiyên berfireh bi rê ve çon.

Herwisa li bajarê Mihabadê û gundên derdor de û rêyên li navbera wan gundan, çalakiyên berfireh ên teblîxî bi rê ve çon, beşek ji wan çalakiyan ev in: “Hac’elîkend, Sincaq, Xatûnxas, kelîhe, derman, Qizilce, Etmîş, Sîçan Bulax, Şerefkend, Xaneqa û rêya şikefta Seholanê de bi awayekî berfireh bi rê ve çon.