Êvara şemiyê, 20ê Pûşpera 1405an, Komîteya Norwêjê ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya salvegera terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî, webinarekî taybet li ser platforma Zoomê li dar xist. Ev webinarê bo endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Navenda Teşkîlata Aşkera a Hizbê, Kerîm Perwîzî, hatibû lidarxistin.
Wêbnarê bi sirûda neteweyî ya "Ey Reqîb" û rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Pêşkêşkar Şlêr Bapîrî armanca rûniştinê şirove kir û destnîşan kir ku bîranîna Qasimlo ne tenê rûdanekî dîrokî ye, belku vegera li ser mîrata wî ya fikrî û siyasî ye.
Di beşa sereke de, Kerîm Perwîzî behsa kesayetiya piralî ya Dr. Qasimlo kir û got ku ew ne tenê rêberekî siyasî, lê aborînas, civaknas, nivîskar û bîrmendekî mezin bû. Wî diyar kir ku di nêrîna Qasimlo de têkoşîn tenê bi çekê nabe, belku hişyarkirina civakê û xebata sivîl jî giring in. Herwiha hat gotin ku Qasimlo li ser "sosyalîzma demokratîk" wekî rêya sêyem dixebitî û bawer dikir ku pirsa kurd tenê bi diyalog û naskirina mafên neteweyî çareser dibe. Webinar bi pirs û bersivên beşdaran bi dawî bû.