Artêşa Ordonê ragihand ku li pey zêdebûna aloziyan û pevçûnên leşkerî yên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî de, sibêdeha roja yekşemê 21ê Pûşperê sê mûşekên ku ji xaka Îranê hatibûn avêtin, li çend xalên vî welatî ketine.
Spaha Pasdaran berê ragihandibû ku li pey êrîşên Amerîka yên li ser Îranê, navendeke fermandehî û kontrolê û binkeyekî firokeyên bêfirokewan di payîgahekî Amerîkayê de li Ordonê jinav biriye.
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Fransayê û li ser zarê çavkaniyeke leşkerî, ketina van mûşekan tu ziyanên canî li pey xwe neanîne û ziyanên ji ber wê pir kêm û tenê bi zirarên madî sînordar bûne.
Ketina van mûşekan li ser xaka Ordonê di demekê de rû dide ku rûbirûbûna leşkerî ya di navbera hêzên Amerîkî û Komara Îslamî de li navçeya Rojhilata Navîn, ketiye qonaxeke nû.