Xelkê mafxwaz û xebatkar ê Kurdistanê!
Partî û aliyên siyasî yên Îran û Kurdistanê!
Kader, pêşmerge û endamên Hizba Dêmokrat!
37 sal berê û di roja 22yê Pûşpera 1368an a rojî (13yê Tîrmeha 1989an a zayînî) de, Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî kak Ebdullah Qadirî’azer, endamê Komîteya Navendî, li Viyanaya paytexta welatê Otrîşê, li ser maseya danûstandinê bi destê kesên bi navê dîplomat lê di rastiyê de terorîstên rejîma Komara Îslamî ya Îranê hatin şehîdkirin.
Terora dewletî ya Dr. Qasimlo bi destê desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê, yek ji wan bûyeran e ku di bîra gelê Kurdistanê de maye û dê bimîne jî. Hawar-birina Komara Îslamî ya Îranê ji bo terora Dr. Ebdulrehman Qasimlo, îsbata wê rastiyê bû ku rejîmê şiyana rûbirûbûna li gel rêbaza siyasî ya Hizba Dêmokrat û tevgera neteweyî û dêmokratîk a Kurdistanê tune bû. Lê desthilatdarên Komara Îslamî şaş bûn, çunkî terora Dr. Qasimlo ne tenê nebû sedema jinavbirina rêbaza fikrî û siyasî ya Dr. Qasimlo, belku em dibînin xebata neteweyî û mafxwazane ya kurd li Rojhilatê Kurdistanê wekî tevgereke giştî û girseyî û xwedî berheqiyekî dîrokî ya kûr û serdemiyane, di rêrewa xwe de berdewam e û roj bi roj berfirehtir dibe.
Dr. Qasimlo, ne tenê rêberekî partiyekê bû, belku zana û lêzanekî jêhatî bû ku bi pişt-girêdan bi paşxaneya akademîk û siyasî, çi bi teorî û çi bi kiryar, tevgera kurdî ji forma wê ya kevneşopî derxist û bi dîplomasiyeke jîr û bi gotareke Kurdistanî û modern, wêneyekî serdemî ji pirsa rewa ya neteweya xwe nîşanî cîhana derve da û xebata mafxwazane ya neteweya xwe bir ser seko û platformên dîplomasiya welatan û rêxistinên navdewletî. Hemû cehda Dr. Qasimlo ew bû ku pirsa neteweyî ya kurd di çarçoveya prensîbên aştîxwaz û dêmokratîk de çareser bike.
Dr. Qasimlo bi hûrbînî û dîplomasiyeke bihêz karî têgehên wekî mafê neteweyî, kurdayetî û xebat û berevaniya çekdarî hevseng bike û pîvanên xebat û têkoşîna Hizba Dêmokrat bixe nav prensîbên sereke yên wekî neteweyîbûn, dadperweriya civakî, azadiya siyasî û dêmokrasîxwaziyê.
Di demekê de ku desthilatdarên Îranê bersiva her cudahiyeke fikrî bi teror û tepeserkirinê didan, Dr. Qasimlo pêşniyara modeleke siyasî dikir ku tê de doza neteweyî girêdayî parastina rûmeta mirovî û dêmokrasiyeke kûr be. Îro piştî nêzîkî çar dehsalan, ew hizra Qasimlo ku "demokrasiyê" wekî bingeha çareseriyê dizane, bûye mertalê berevaniyê ya civaka Kurdistanê li hemberî her cure bîr û ramaneke tundrew û yekdestxwaz. Ev jî ew e ku mîrata Qasimlo ji çarçoveya rêxistinekê derdikeve û dibe hivya pêşerojê û rêberiya neteweyekê ji bo dijberiya desthilata stemkar û gihîştina bi civakeke azad û bextewar.
Satûsevda û peywendiyên welatên Ewropî bi taybetî welatê Otrîşê li gel Îranê û çav-girtina qanûnî û siyasî li hember terorîzma dewletê ya Komara Îslamî, bi taybetî terora Dr. Qasimlo, di salên piştî hinge de derfet da Komara Îslamî ku hêdî hêdî li wan welatan "dîplomasiya terorê" berfireh bike û destê xwe bigehîne paytextên gelek welatên Ewropî. Îro piştî 37 salan dema em bi hûrî li peywendiya navbera wan kiryarên terorîstî û rewşa niha ya navçeyê û êrîşên rejîmê yên li ser hizbên Rojhilatê Kurdistanê, welatên Erebî yên navçeyê û Herêma Kurdistana Îraqê dinêrin, em dibînin ku di vê navberê de ew rejîma ku Dr. Qasimlo wekî rêberê partiyeke neteweyî û dêmokrasîxwaz li dijî wê sekinîbû, bûye mezintirîn gef li ser ewlehî û seqamgiriya cîhanê û Rojhilata Navîn.
37 sal piştî terora Viyanayê û berdewamiya Komara Îslamî di hinardekirina şoreşa îslamî û teror û şer-firotina bi welatên derdorê û neûewlekirina navçeyê de, di encamê de Îran rastî şerekî malwêranker kirine ku di niha de berdewambûna vê siyasetê û encamên rewşa şer, civaka Îranê di warê civakî, aborî û siyasî de aniye ser lîva kendalê herrifîneke temam ku rewayetiya wê rejîmê di tewawiyeta xwe de biriye bin pirsê.
Di niha de rejîm ji bo veşartin şikestên xwe yên derekî, navxweya Îranê kiriye qada tepeserî, kuştin û tirsandinê û di vê navberê de jî Kurdistana Îranê wekî cografyayeke sereke ya tepeseriya sîstematîk bêtir ketiye ber givaşa hêzên ewlehiyê yên rejîmê. Li hember vê rewşa tije krîz a pêkhateya desthilat û civaka Îranê de ku rejîm di asta herî zêde a hovîtiyê û di heman demê de di asta herî zêde a lewaziya xwe de ye, tevgera neteweyî ya kurd hewceyî têgihiştineke kûr a li ser hêza navxweyî û aktoriya xwe ye. Erka hêzên siyasî û kit bi kit û koma civaka Kurdistanê ye ku rêzên hevxebatî û berxwedana xwe xurtir bikin. Derbasbûna ji kêşeyên vê serdema nû û bersivdana gef û êrîşên rejîmê yên li ser Kurdistanê, hewcehiya vê hevxebatiyê bêtir diyar dike.
Niha ku îradeyeke neteweyî li Rojhilatê Kurdistanê heye, bêguman em ji hivya serkeftinê nêzîktir in. Hizba Dêmokrat her dem li ser wê baweriyê bûye ku serkeftina bi ser rejîma Komara Îslamî de, di girêwa yekrêzî û xebata berfireh a li gel neteweyên bindest û hêzên azdîxwaz ên Îranê de ye.
Îro, hêza girseyî ya Rojhilatê Kurdistanê wekî sermayeyeke berfireh û mezin a civakî û siyasî, ne tenê hêza dijberî û berevaniyê ye li hember desthilata navendî de, belku hêzek e ji bo avakirina pêşerojekî baş. Ev sermayeya bêdawî ku hêza guhertinê ye, berhema bi dehan sal xebata pêşmergane, siyasî û medenî ya civaka Kurdistanê ye ku bi xwîna şehîdan û xebat û têkoşîna Kurdistanîbûnê berhem hatiye.
Xelkê xebatkar ê Kurdistanê!
37 sal berê desthilatdariya Komara Îslamî jêve bû ku hizra Qasimlo dê li gel cestê wî ji nav bibe, dîrokê selmand ku ew şaş bûne, çunkî nifşên piştî Dr. Qasimlo çar dehsalan e bi têgihiştinê ve ew wekî rêber û rêbaza fikrî ya xwe hilbijartine. Ji bo vê, bilindragirtina bîranîna Şehîdkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî, wîstgeheke giring e ji bo nûkirina peymanê li gel wê rêbazê ku Qasimlo, rêber û afirînerê wê bûye. Ji vî aliyî ve, vegera li ser wê sermayeya fikrî ya Dr. Qasimlo, anku ji nû ve xwendina wan armancên bilind e ku Qasimlo di pêxema wan de şehîd bûye û hewceyî xwe-mandîkirin, fîdakarî û têkoşîna berdewam e.
Di 37 saliya terora Viyanayê de, em serê rêz û emegdariyê li hember canê paqij ê şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî û hemû wan şehîdên ku di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe gorî kirine titewînin, bi taybetî nûtirîn şehîdên sorxelat ên vê dawiyê yên Kurdistanê, û em peymana wefa û berdewamkirina xebata tije şanazî ya neteweya xwe li gel rihê paqij ê rêberên xwe yên şehîd nû dikin.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Desteya Kargêrî
21ê Pûşpera 1405an (12/7/2026)