Xalîd Şîr naskirî bi (Xalîd Ebdula Hacî) kasibkar û terişdarê Kurd û xelkê bajarê Mîrava ê ser bi bajarê Serdeştê bi teqeya rastewxwe a hêzên spaha terorîstî a pasdaran li deverên sînorî ên wê deverê hate kuştin.
Li gorî raporta Hengawê, roja Pêncşemî 9ê Rezberê, Xalîd Şîr, xêzandar û bavê sê zarokan, xelkê gundê Alwatana Mîrawê, bi teqeya rastewxwe a hêzên spaha pasdaran birîndar bû û piştî rojekê bi sedema dijwariya birînan ve canê xwe ji dest da.
Ew kasibkarê Kurd ku li rêya terşdariyê ve mijûlê kasibî li deverê de bû, li bilindahî û zozanên sînorî a (Giwêzê) hilkeftî li deşta (Weznê) bi bê agehdarkirina berê, bû amanca teqeya rastewxwe a hêzên spaha pastaran a terorîst û bi dijwarî birîndar bibû, û bi armanca çareseriya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên Urmiyê hatibû veguhastin, lê bi sedema kûrahiya birînan, roja Pêncşemî li nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.
Teqekirina rastewxwe û bêheger a hêzên çekdare rejîmê li welatiyên medenî û kasibkarên Kurd, siyasetek berdewam a dezgehên ewlehî û leşkeriye rejîma Îranê ye ku salane dibne sedema kuştin û birîndarbûna dehan welatiyên bê berevan, bi bê evê ku tu lêpirsînek yasayî li tawanbar û bikujan bête kirin.