Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsê Birîtaniyayê 2 Îraniyên ku egera vê heye terorîst bin, binçav kirine

13:43 - 3 Çirriya pêşîn 2026

Polîsê Birîtaniyayê 2 Îranî yên bi navên “Selam Ehmediyan ê akinciyê bajarê Lîvêrpûlê û Rehman Salihî yê akinciyê bajarê Salfordê” bi gumana hebûna rola wan li dariştina pîlaneke terorîstî bi dijî civaka Cihûyên li bajarê Mençistêrê, destbiser kirin û hat ragihandin ku wan 2 kesan pêywendî bi kesekî derveyê Birîtaniyayê ve hebûye û egera vê heye ew kes li Îranê de be.

Pêka rapora “Skay News” li dosyeya polîs de îşare bi hewldan bo dabînkirina made û alavên hewce bo berhemanîna bombeke destçêkirî hatiye kirin ên wek çêkirina bomba bi madeya Kulor û rûnê tormoza maşînan.

Tevî ku Polîs hûrgiliyên vê pîlanê belav nekirine, lê gotine ku ev pîlan pûç kirine û êdî ti gefek bo ser xelkê nemaye, herwisa polîs çend mal li bajarên Lîvêrpûl û Salfordê de vekolîne.

Pêştir li êrîşekê de bo ser Kenîseya Hîton Park a cihûyan li bakûrê Mençistêrê de 2 kes hatibûne kuştin.