N. Hesen Heranî
Çel sal berê ev cîhana me ya sîyasî wek du blokên cuda hebûna xwe didomand. Yek qaşo alîgir û piştevanê bindest û xizanan bû, ya din jî nûnerê azadî, demokrasî û reqabeta lîberalî bû. Yek sîstema kapîtalîzmê temsîl dikir, yê din jî qaşo sosyalîzm û wekhevîyê.
Qedera gelan û bindestan wê demê jî di bazarîya nabeyna van herdu hêzan de nîqaş dibû û dihat destnîşankirin. Kîjan alî ji kîjan alî re bêtir girîng û sedemekî stratejîkbûya ew hêz ji piştevanê xwe bêtir alîkarî digirt û ev alîkari carinan dibû faktorekî tayîndêr jibo qedera wî gelî û herwiha ev dibû misogerkirina azadî û serxwebûna wî gelî. Yên ku jibo hêza piştevanîyê zêde girîngî tayîn nekira ji alîkarîya tayîndar bêpar diman û ew şoreş yan têk diçû, yan jî vediguherî alîyê sîsteme lîberal û derbaskirinekî nerm dijîya. Bi kêmasîban jî di hêla demokrasîyê de çend gavên erênî diavêt. Lê hinek gelên bindest ji van herdu alîyan jî şimaqên bêhempa dixwar û li qedera xwe ya bê talihîya maqûs rûbirû diman. Gelên ku bi alîkarîya sîstema sosyalîst bûn dewlet û serxwebûna xwe îlan kirin bi kêmasî hemî veguherîn dewletên dîktator, otorîter û di dawîyê de ew jî wek Sovyetê yek bi yek rûxîyan. Sedsala 20 an bi vî awayî derbas bû.
Cîhana du blokî ya sedsala 20 emîn serê salên 1990 de felişî û bi dawî bû. 1990-2020 an wek pêvajoyekî nabeyndar û derbasdar jîya. Ev serdema ji 30 salan pêk tê, wek cîhanekî yekalî û yek blokî tê bi navkirin. Belkî ev binavkirinekî herî raste.
2020 an virde gelek alî û herî dawî Pûtîn jî ev wekî cîhanek piralî, pir blokî bi nav dike. Ev di rastîyê de wiha be jî di dawîyê de cîhanek du blokî derdixîne pêş û ev pêvajo li ser vê bingeh û îstîqametê bi awayekî lez û bez pêşde diçe.
Di nava pergalekî wiha de û di konjonktora ku van hemî alîyan û alîyên cîvakî, bazarî û teknîkî derxistîye holê de gelo dê qedera Kurdan çi be? Pirsa yekem û herî girîng jibo me Kurdan ev e.
Wekî me got, cîhana nû wek pir blokî bê xuyakirin jî dawîya dawî de mehkûmê du blokbûnê ye û hemî pêşketin û qewimînên diqewimin pêkhatina cîhana du blokî ji me re mizgîn dide. Şerê Îran û Emerîka bi me da nîşan ku her dewletek wekî Îranê çiqas xurt be jî, dîsa dewletek wek Çînê xwedî nikleer be jî li hember hêzekî wek Amerîka nikare li ser pîya bisekine. Vê rewşê hewcebûna tifaq û paktên nû hasil kir û îro wekî Çîn û Ûrisya li pey avakirina blokekî wiha digerin. Jixwe bi zanîn û dîtina min ev cîhan ji hêla zihnî de ji berêde cîhanekî dualî/du blokî bû. Lê ya ku Çîn û Ûris dikin bi rêkûpêk kirina fermi ye. Ev jî wê çêbibe. Lewre ji xeynî yek kirina hêzê tu çare nîne li pêşîya hêzên bi serê xwe mayî. Başe di nava pergalekî wiha de wê rewşa me Kurdan çawa bibe? Wê Kurd qedera xwe çawa diyarî bikin? Wê Kurd di nava vê gêleya cîhanê de çawa bikaribin xwe ji hêrana ber devê vê çerxê biparêzin?
Ev der Rojhelata navaraste. Sibê wê çi biqewime ne dîyare. Di rewşekî wiha de îmkana ku tu bikaribî sîyasetek yek alî bimeşînî nîne. Her alîyekî Kurd dema sîyaset bike mecbûre vê rastîya cihguhêr bibîne û li gorî vê rastîyê tevbigere.
Ev nîzama li Rojhelata Navîn heyî sed sal berê ji hêla sê dewletên sereke yên Ewropa ve hatibû avakirin. Sed sal bihurîn, statukoya heyî terikî û hevdu nagire. Pêdivî bi nîzamek nû dibînin. Hema bêje hemî hêzên hêjmon vêya dibînin û dizanin û li ser guherînê hemfikir in. Lê di cihbecihkirina aktorên herêmê û sînoran de, di daxwaza pay û tayînkirina hêzên nûde lihevkirin nîne. Lewre di van xalan de hemî hêzên hêjmon ji hevdu vediqetin û her hêzek berjewendî û daxwazên xwe dixwaze derxe pêş. Mînak Frensa, Îngilîstan û Îtalya naxwazin sînor biguherin. Herwiha naxwazin aktorên herêmê jî biguherin. Daxwaza wan tenê hêlên sîyasî, hiqûqî û îdarîye. Lê Amerîka û Îsraîl di vê hêlî de cuda difikirin. Amerîka li herêmê bi serkêşiya Îsraîlê qaîle. Dixwaze rola Tirkîyê û Îsraîlê li hev biguherîne. Ev jixwe daxwaza Îsraîle jî. Lê hêzên hêjmon yên Ewropayê vîya jibo xwe xeter dibînin û naxwazin. Mînak Rojava bû qurbana vê ne lihevkirinê. Mixabin sozê Îsraîlê bi qasî ku li ser Amerîka derbas dibe li ser van dewletên Ewropî derbas nabe û ya dawî bi dilê van dewletên Ewropî bû. Di dîtina projeksîyona Amerîka û Îsraîlê de dîzaynekî nû ku serkêşê vê dîzaynê ewin, heye. Herwiha li derdorê xwe hêzekê xurt naxwaze. Baş dizanin ku xeyal û daxwazên Tirkîyê yên împeryal hene. Dîsa bi taybetî Îsraîl baş dizane ku yên bibin lingê vê daxwaza Tirkîyê ya împeryalî Kurd û Ereb in. Îsraîl vê yekê baş dizane û dibîne. Loma jî heta dikare dixwaze pêşîya vê helwesta Tirkîyê bisekine. Vê daxwaza xwe bi aqilê dewletên yekbûyî dabû qebûlkirin. Lê carinan van mebesta li astengên ne dîyar diqelibin. Mixabin sîyaset tenê ji jor de nayê tayînkirin, carinan bertek û astengên aktorên jêr jî sîyaset û hemleyan dixetimînin an jî disekinînin. Daxwazên aktorên jêr yên herêmê û yên hêzên hêjmon ên Ewropayê mixabin di vê xalê de dibin yek û ev yekgirtin wek astengîyek mezin derket û derdikeve pêşîya Îsraîl û Amerîka. Ev daxwazên hêzên herêmî çawa ku jibo hêzên Ewropî baş xuya dike bi kêrî sîyaseta Ûrisan jî tê. Ûris, hêzên Ewropî û hêzên herêmî tenê di mijara sînoran de bi awayekî jixweberve tên ba hev. Tişta ku herî zêde plan û projeyên Îsraîl û Emerîka dixe zehmetiyê ev hevparîya armancane. Û ev herî zêde dewarê dide qeder û berjewendîyên Kurdan. Ji ber vê rastîya li Rojhelata navîn mirov bixwaze çi bike divé mirov şert û mercên cîhanê û hêzên herêmê ji ber çavan nexe û bigire balê. Nexwe carina hêza mirov hebe jî mirov di nava anafora derdor de winda dibe.
Taybetmendiya din eve: blokên ku nû çêdibin şerê hêjmonîk dikin. Ev şerane ne şerê parastin û rizgarkirina milet û bindestan e. Şerê parekirina jêderk û çavkanîyên aborî û enerjîyê ne. Helbet di vî şerî de her hêzekî hêjmon pêdivî bi hêzên herêmî dibîne û bi gorî vîya têkilî bi hêzên herêmî re çêdike. Ya rast û hosteyî ewe ku mirov xwedî vîzyonekî hevbeşê planên van hêzan û demê be ku mirov bikaribe xwe li kêleka van projeyên pêşeroje bicîh bike. Mayîna li dervayî van projeyan di van sirûfên cîhana heyî de mixabin jibo her gelî mirin û koletîye. Divê em şaşiyek wiha nekin. Ti derfet û çarenûsa me Kurdan nîne ku em bikaribin bi tena serê xwe çarenûsa xwe diyarî bikin. Ev ne daxwazeke, ev rastîyekî demê û şert û mercên heyî ye.
Divê em baş bizanibin ku ev cîhana du blok ku di merîyetê de heye û di fermîyetê de jî hêdî hêdî çêdibe, ne du pergalên sedsala 20 anin. Ev herdu blok jî împeryalin, kapîtalîstin û hêjmonî ne. Yek cudatîyekî wan a biçûk heye. Alîyek hindik be jî nîrxên mirovahîyê wekî azadî, adalet, demokrasî diparêze, hêza din jî totalîterîzm, otorîterîzm û dîktatoriyetê diparêze. Ev yek bixwe jibo bindestan sedemên alîgirîyê diafirîne û ev alîgirî jibo miletên ku mafên xwe yên azadî û netewî bidest nexistine bêtir girîng dibe. Gelê Kurd ew gel e ku hê jî di rojhelata navarast de mafên xwe yên netewî û mirovî bidest nexistîye. Bidestxistin û misogerkirina mafên netewî şerte û heq e. Di rewşek wiha de cih û alîyê Kurdan dîyare. Ew alî yê ku ji van mafan re rêz û piştgirî dide ye. Ev jî ji bloka Rojhelata navarast bêtir, ya rojava dixuye.
Wekî me başa yekemîn a vê gotarê de got, tu hêzekî navber ne xwedîyê wê luksîyetêye ku bibe dûvikê hejmonîk, lê di heman demê de ti maf û luksîyetekî wî nîne ku bi temamî ji dervayî têkilî û hevkariyê jî bimîne. Ev xalekî herî hesase jibo me Kurdan. Wezna vê yekê divê baş bê kirin. Herdu rewş jî jibo Kurdan xetereye. Di rû de divê Kurd wek alîgirekî hêzekî xuya nekin. Lê di mijara berjewendî, pêwendî û kar û barên pêşerojê de hesab û kîtabê xwe bi pergala ku jibo xwe bi bikêr dibînin re bikin. Ev jî rastîyekî berjewendî, realîzm û pragmatîzmêye. Bêyî van her sê xalan sîyaset li Rojhelata naverast nayê kirin. Hemî hêzên hejmonîk di bingeh de li ser van her sê xalan dimeşin, ne li ser esasê îdeolojîk û mafê mirovahî ye. Mijarên mafê mirovahî, edalet, demokrasî alîyên meşrûîyetê ne.
Li Rojhelata naverast ji xeynî hêzên hejmonîk, hêzên herêmî jî dixwazin di vê dema navbihûr de ji xwe re rêriyek çêbikin. Ew jî dixwazin hesabên xwe yên hejmonîk li ser gelên herêmê an jî derdorê xwe ferz bikin. Îranê xwest vîya bike, lê per û baskên wî şikandin. Niha Tirkîye bi alîkarîya Ûris û bi çavşikandina Îngilîstanê dixwaze li ser herêmê rola serkêşêyê bixe destê xwe. Ev di heman demê de hemleyeke hejmonîk a Tirkan e. Tirk vê yekê dixwazin û jibo vê projeya xwe Kurd û Ereban wek amûrekî jê neveger dibîne. Ev emel û gavekî herî xetere jibo hemî Kurdan. Kurd alîkarî bidin vê xeyala Tirkan jibo Kurdan felaket û karesatên mezine. Jibo me Kurdan xurtbûn û belavbûna Îranê çiqas xeter bû ya Tirkan jî ewqas xetere. Lewre van dewletan xwedî nifûseke zêde ya mirovîne. Bi vê nifûsê bi hêsanî dikarin gelên herêmê kontrol bikin û bidin meşandin lê ya Îsraîlê nîne. Ev xal derfet dide yên xwedî nifûsa zêde ku bikaribin bi hêsanî gelên herêmê kontrol bikin. Lê ji ber ku di hişmendiya wan de rêzgirtin ji mafê gel û netewên din re nîne û ew kapasîteya wan a aborî jî nîne rê ji îdarekirina otorîter re vedike. Herwisa hêza nifûsa giran a li pey wan jî vî cesaretê li wan zêde dike. Otorîterîzm wek havêna deshelatîyên Rojhelata navarast e. Lê yê ku nifûsa wî hindik be û bi hêza nifûsê nikaribe kontrolê li ser gel û netewên din çêbike mecbûre wan gel û netewan bi halê wan bihêle û mafê azadî û demokrasiyê zêdetir nas bike. Cudabûna Tirkan û Îsraîlê di van xalan de derdikeve holê. Yek dixwaze bi hukmê otorîter wek Îranê herêmê îdare bike yê din dixwaze bi pîvan û zagonên medenî û sîyasî îdare bike. Ji ber vê yekê lewazbûna Tirk û Farisan, bihêzbûna Îsraîlê jibo me Kurdan riyek bêtir maqûl e. Em Kurd divê bi vê projeksîyonê li hêz û mûzîna herêmê binêrin. Nexwe hesabkirina şaş ya sîyasî her tim pêkane jibo me Kurdan. Şaşiyek konjonktorî û sîyasî dibe sedema têkçûna hemî hesabên din. Hesabekî ku em pê bi Tirkan re bimeşin şaşe. Tirk jî, Faris jî û Ereb jî ji nirxên mirovahî yên nûjen û medenî bêparin. Îmkanên ku ew bikaribin herêmîîê bi awayekî demokratîk û aştiyane îdare bikin nîne. Ew aborî û teknîka Tirkan jî jibo vê yekê nîne. Dewletek ku nikaribe ji herêmê re pêşketinekê sîyasî, demokratîk, teknîkî û aborî tayîn bike nikare bibe demokrat. Ew encax dikare bi kanûn û zagonên otorîter îdare bike. Ev potansiyela Tirk û Ereban a demokrasiyê nîne. Lê ya Îsraîlê heye. Lewre Îsraîl ji hêla hişmendî, teknîkî û aborî de bi xwe afirîner û xwedîyê vê cîhana heyî an moderene. Yanî esil û orîjînale. Lê Tirk û Ereb û Faris ne wihane. Di hêla nîzama, mafên mirovî û pîvanên nûjenî de em Kurd bêtir nêzîkî sîstema moderenin. Ji ber vê yekê derfeta lihevkirina me û Îsraîlê ji yên din zêdetire. Di hesabên projeksîyona pêşeroja herêmê de tekez divê Kurd van xalan bigirin balê û bi gorî vîya tevbigerin.
Di demên pêş de Kurd li Rojhelata navarast bêtir wê di nava çûn û hatinên van sîyasetên têkilî pergala hegemonîk yên cîhanî de herin û werin. Îmkana ku Kurd bikaribin ji dervayî van hemleyên sîyasî, eskerî û dîplomatîk bimînin nîne. Ha bi vî awayî, ha bi wî awayî wê bi awayekî merûzê van sîyasetên ji dervayî wan tê meşandin rûbirû bimînin û dimînin jî.
Ne ku mirov alîyekî bêpar bihêle, temamîya alîyên Kurd 25 salên borî heba kirin. 25 salên borî baş nenîrxandin. 25 salên borî di derbarê sîyaseta navnetewî û xwe organîzekirina navxweyî ya netewî de bê hesab û bê kîtap derbaskirin. Ya girîng Kurdan van 25 salan de amadekarîya serûbinbûna herêmê nekirin, kiribin jî jibo vîya bi amadekarîyek ber bi çav di meriyetêde biser nexistin. Tenê bi ser kar û barên xwe yên navxweyî sekinîn û derxistin pêş. Nexwe hilweşîna Iraqê 2003 an mizgîna van rojan da bû me. Lê mixabin Kurdan vê dema borî de amadekerîyên xwe ji hêla leşkerî, sîyasî, tifaqî û dîplomatîk de nekirin û bend û astengên di nabeyna xwe de ranekirin. Hemî sîyasetên Kurd di hêla vîzyona serdema pêş de, gotin li cihê xwe be di polê de man. Mixabin ji ber ne avakirina vîzyonekî sedsala pêş îro Kurd di her warê sîyaset û diplomasîyê de tengasîyên mezin dijîn.
Me trêna pêşîn ya vê serdemê revand lê ya bê divê em nerevînin. Bêhêzkirina her dagirkerekî Kurdistanê jibo bihêzbûna me Kurdan derfeteke. Zanîn û maqûlî ew e ku em Kurd di nava lîstika kêşmekêşa rojhelata navarast de ji xwe re derfetên kêrhatî bibînin û di nava wan derfetan de em ji xwe re rê û çarenûsekî maqûl û hevpar bibînin. Hemî alîyên Kurd pêwîste ji refleksên îdeolojîkî û ji nêzîkatîyên wergitinî ku li ser dijminatîya hinek argumanan û olan pêkhatîye rizgar bibin û li gorî van refleksan tevnegerin. Kurd pêwîste ji du tiştên girîng dûr bisekinin. Yek antî semîtîzm e ya din jî refleksên îdeolojîkî û olîne. Ev herdu tişt jî xesarê didin Kurdan. Çarenûsa Kurdan di neo Osmanîya Tirkan de nîne. Çarenûsîya Kurdan di pêkhatina yekbûn û hevre sazkirinekî sazûmanîya cîvakî, netewî û dîrokî ya Kurd û Kurde. Paşê bi têkilî û hevkariyên aştiyane ên herêmêne. Kurd bi nav û hebûna xwe bi vê vîzyona ku jibo wan çarenûsa divê cihê xwe tekûz bikin.
Ez di vê bawerîyê de me. Hevkarî û tifaq bi hêzên derva re dibe lê bi hêzên dagirkerîn navxweyî re nabe. Em dikarin bi hêzên hejmonîk re lihev bikin lê em nikarin bi hêzên dagirkerên xwe re çarenûsîyekî daîmî û domandar çêbikin. Sedsal berê yê ku welatê me di nava xwe de parve kirin û vê daxwazê pêşnîyarê hêzên derva kirin û bi wan da qebûlkirin hêzên herêmî bû. Hêzên dervayî herêmê tenê ew daxwaz qebûl kirin. Daxwaz ya hêzên herêmê bû, erêkirin ji hezên hegemon bû. Îro jî heman tiştî dijî. Gelek tişt bi daxwaza hêzên herêmî ji hêla hêzên hegemonîk ve tên erêkirin. Divê em vê rastîyê baş bibînin.
Îro madem hêza me bi tena serê xwe nikare çarenûsa me tayîn bike, wê demê em jî dikarin bi yekîtî û yekrêzîya xwe daxwaza îstîkbala gel û welatê xwe pêşkêşî erêkirina hêzên hegemon bikin. Kîjan Kurd bawer dike ku ger li dijî hêzên hejmonî bi hêzên xwe yên dagirker re lihev bike wê sibê mafê wî yên netewî bê misogerkirin? Her Kurd divê vê pirsê durist ji xwe bipirse. Ez ti car bawer nakim ku bi lihevkirinekî wiha hêzên dagirker me û mafên me qebûl bikin. Sed sal berê çi qewimîbe wê dîsa heman tişt dubare bibe.