N. Dr. Mehmûd Ebas
Beşa Heftem
Rojavayê Kurdistanê di Navbera Tengbûna Erdî û Tengbûna Qada Ramyarî de.
Rewşa Rojavayê Kurdistanê êdî bi heman xwendinê nayê têgihiştin ku di salên destpêkê yên bilindbûnê de pêkan bû. Wê demê ezmûna Kurdî wisa xuya dikir ku ji cihê xwe yê dîrokî li kêlekê derdikeve û dibe hêzek di meydanê ramyarî û leşkerî de, ji bîranîna nasnekirinê derbas dibe bo hebûneke ku xwe li ser hevsengiyên şerê Sûriyê ferz kiribû.
Lê dîmen bi kûrahî hatiye guhertin, Ne ji ber ku fedakarî wateya xwe winda kirine, û ne ji ber ku ew xwîna ku di şerê li dijî DAIŞ û komên tûndrew de hate rijandin bêwate bûye, belku ji ber ku nexşeyên ku wê qonaxê çêkiribûn dest bi guherînê kirine. Hêzên navneteweyî yên ku rê li ber firehbûna ezmûnê vekiribûn an heta radeyekê ew parastibûn, êdî bi heman çav lê nanêrin. Tirkiye jî, ku her bilindbûneke Kurdî wek metirsiyeke dûrûdirêj li ser avahiya xwe ya navendperest a neteweyî didît, karî li ser rêça nû ya Sûriyê zextê zêde bike. Bi vî awayî Rojavayê Kurdistanê îro di navbera desthilateke navendî ya mezhebî ku nû xwe ava dike, bandora Tirkiyeyê ya ku di hundirê Sûriyê de fireh bûye, sarbûneke eşkere ya Amerîkayê, û dabeşbûneke Kurdî de hatiye tengavkirin, dabeşbûnek ku êdî ne kêşeyeke ramyarî ya duyemîn e, lê dikare bibe metirsiyek li ser hebûnê bi xwe.
Ezmûna Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di demeke awarte ya dîroka Sûriyê de derket holê. Gava desthilata navendî li beşên fireh ên welat hilweşiya, gava bêserûberî fireh bû, û derî li ber DAIŞ, El-Nusra, bermayiyên Beasê û dezgehên hêzên herêmî vebûn, Kurd li hember valahiyeke mezin man. Berî ku li ser şêwaza dewleta pêşerojê bihizirin, neçar bûn civaka xwe biparêzin.
Di wê demê de çek ne hilbijartineke îdeolojîk bû, lê pêdiviyeke hebûnê bû. Heger hêza leşkerî ya Kurdî nehatibû avakirin, û paşê Hêzên Sûriya Demokratîk nehatibûn derketin holê wek hêzeke rêkxistî ya meydanê, dibe ku qadên fireh ên Rojavayê Kurdistanê bikeftana destê komên tûndrew, an jî destê wan hêzên ku li gorî daxwaza Enqere, Doha û paytextên din hereket dikirin, paytextên ku di gelê Kurd de ne doza gelekî didîtin, lê girêkek ku divê bê vekirin an di nav sînorên wan de bê girtin.
Lê girêka mezin ew bû ku ya di dema şer de ji dayik bû, bi qasî pêdivî nekarî di dema veguherînan de bibe projeyeke ramyarî ya bi kok. Rewşa leşkerî parastineke kêm-zêde peyda kir û ji Kurdan re giraniyeke di danûstandinan de da ku berê tune bû. Lê ew nekarî bibe avahiyeke neteweyî ya Kurdî ku hemû aliyên Kurdî li dora xwe kom bike, nekarî aboriyeke hevgirtî ava bike, û ne jî damezrandinên ku li hember veguherîna hevsengiya hêzan xwe ragirin.
Herwisa, ramana “Neteweya Demokratîk”, tevî gotara xwe ya ku pirrengiyê diyar dikir, nekarî bersiveke têr bide pirsa neteweyî ya Kurdî, wek ku gelê Kurd bi xwe wê dijî. Evê raman hewl da ji netewetiyê wêdetir here, berî ku Kurd mafên xwe yên bingehîne neteweyî bidest bixin. Hewl da nasnameyeke ramyarî ya li ser neteweyan ava bike, di nav Sûriyeke ku tijî nakokiyên neteweyî û mezhebî yên tûj bû, û di nav herêmeke ku heta mafê Kurdan ji bo danasîna xwe wek gel jî nas nedikir.
Bi derbasbûna salan re, ev kêmasî hêdî hêdî eşkere bû. Ezmûna ku dixwest xwe wek nimûneyeke derbasbûyî ji netewetiyan pêşkêş bike, xwe di navbera netewetiyên tund, dewletên navendperest, desthilatên mezhebî û projeyên herêmî de dît ku her nasînê ji bo Kurdan wek metirsiyek li ser avahiya xwe didîtin.
Kêmasî ne di ramana hevjiyanê bi xwe de bû, û ne jî di pêdiviya naskirina pêkhateyên din de, ev bingehên mirovî û ramyarî ne ku bê wan nabe. Kêmasî di wê de bû ku proje carinan bingehê doza Kurdî paşguh kir, an ew di gotareke pir fireh de heland ku doza neteweyî ya Kurdî jê ewqas sûd nedît, wek wan hêzên ku dixwestin daxwaza eşkere ya Kurdî lawaz bikin.
Gava Kurd dev ji danasîna doza xwe wek doza gelekî, welatekî û mafên neteweyî berdide, ne pêdivî ye ku baweriya yên din bidest bixe, lê dibe ku hêza xwe ya danûstandinê bi navê xwe winda bike.
Berdewam dike...