Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Banga 88 aliyên siyasî û medenî bo dawîanîn bi bidarvekirinê li Îranê de

14:22 - 3 Çirriya pêşîn 2026

Li helwêstek nû a navdewletî de derheq zêdebûna sizayên kuştinê li Îranê de, 88 rêkxirav, torên yasayî, Dezgehên medenî û Hizbên siyasî daxûyaniyek hevbeş li roja cîhanî a rûbirûbûna bidarvekirinê belav kirine û daxwaza seknandina demûdest a tev sizayên bidarvekirinê ji aliyê Komara Îslamî ve kirin.

Ewan sazî û damezravane bi piştgirêdan bi belgenamên Komîsyona Serbixwe a Lêkolîna Neteweyên Yekgirtî, tekezî ji vê kirin ku rewşa tepeseriyê, îşkence û dadgehîkirina nedadperwerane li Îranê de gihaye asta (Cinayet bi dij mirovahiyê).

Hevdem wan saziyan li daxuyaniya xwe a hevpar de, daxwaz kirin ku ew raportane bila tenê nebne belgeya ser kaxezê, belkî bo pêkanîna dosyeya dadwerî û dadgehîkirina biryarderan û cîbicîkerên wan hukmane, li dadgeha Nîştimanî û Navdewletî de bixne gerr.

Wajokerên daxûyaniyê daxwaz li tev şarezayên yasayî, Parêzeran, Rojnamenivîsan û Parêzerên Mafê Mirovî kir ku bo sepandina givaşa hemû aliyane bi armanca sekinandina bidarvekirin û dabînkirina dadperweriyê, yekbigrin.

Ev tevgera berfire li demekê de ye ku Komara Îslamiya Îranê sizaya kuştinê wek emrazekî sereke bo tirsandina civakê û tepeseriya nerizatiyên siyasî û civakî bikar tîne.