Li gorî nûçeyên dawî yên ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên herêmî yên mîna "Haalvsh" ve hatine belavkirin, rewşa ewlehiyê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê pir aloz bûye.
Di van rojên dawî de li gelek navçeyên mîna Rask, Zhedan û Tiftanê pevçûnên çekdarî yên dijwar çêbûne.
Li gundên Bîldeld û Şûşgîm yên ser bi bajarokê Raskê ve, hêzên leşkerî û ewlehiyê yên rêjîma Îranê, serê sibê bi ser malekê de girtin. Pevçûna ku piştî vê serdegirtinê destpê kir, nêzîkî deh demjimêran dom kir. Di vê operasyonê de hêzên serbazî çekên giran, dronên teqîner û maşînên zirihî bi kar anîn. Hat ragihandin ku piştî şerekî giran û teqînên mezin, kesên çekdar ji dorpêçê derketine, lê mediayên rêjîmê îdîa kirin ku du ji wan çekdarên dijberî rêjîmê hatine kuştin.
Herwisa li herêma Rûdmahî ya Zehedanê, maşîneke hilgirê hêzên serbazî yên ser bi Fatimiyûnê kefte nava kemîna çekdarên Belûç û ev maşîn kefte ber desrêjiya guleyên û di encamê de herî kêm pênc endamên kirêgirtiyên rêjîmê ên naskirî bi Fatimiyûn hatin kuştin. Li aliyê din, li navçeya Menzelab a Zehedanê jî piştî pevçûneka çend demjimêrî, hêzên ewlehiyê xaniyek bi tevahî teqand û Birêveberiya Spaha pastaran a terorîst ragihand ku şeş kesên çekdar li wê derê hatine kuştin. Rewşa herêmê hîn jî aloz e û operasyon berdewam in.