Li demjimêrên nîvro roja Şemî 3ê Çiriya Pêşîn, nirxa Dolar li bazara azad de ji 268 hezar û 500 Tumenî derbas bûye û pêka nirxa dawî ya roja derbasbûyî, heta demjimêr 1ê Nîvro 5 hezar û 350 tumenî bilintir bûye û gihîştiye 268 hezsar 500 Tumenî.
Pêka amrên fermî, li heyama 30 rojên derbasbûyî de nirxa Dolar ji 220 hezar û 700 tûmenî gihîştiye 268 hezar û 500 Tumenî.
Egera bilindbûna zêdetir a nirxa Dolar li Îranê gelek zêde ye û bi sedema siyasetên wehmî yên rêjîmê, xuya nîne ku heta çi astekê dê nirxa Dolar bilind bibe û bi serastî nehatiye zanîn ku xelkê Îranê dê heta çi astekê taba qeyrana aboriya Îranê bîne.
Ev nirx heta dema amadekirina vê nûçeyê bûye, egera guherîna nirxa Dolar zêde ye.