Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

CENTCOM: Me 140 Armancên Leşkerî yên Îranê Jinav Birin

14:46 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2026

Fermandeyiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) hûrgiliyên nû derbarê êrîşên serê sibeha îro li ser binkeyên rejîma Îranê li başûrê wî welatî belav kirin. CENTCOMê ragîhand ku wan li parêzgehên Xûzistan, Bûşehr û Hurmuzganê 140 armancên leşkerî yên giring jinav birine.

Roja yekşemê, bi rêya hêzên deryayî, asmanî û dronan ev êrîş hatin encamdan. Di nava van armancan de bingehên mûşek û dronan, cebilxane, torên peywendiyê û xalên çavdêriyê hebûn. Bi fermana rasterast a Serokê Amerîkayê, di sê şevan de zêdetirî 300 armancên leşkerî hatine têkbirin.

Bi van êrîşan, şiyana leşkerî ya Îranê li tengava Hormozê bi temamî lewaz bûye. CENTCOMê ragihand ku hatinûçona keştiyên bazirganiyê li tengavê bi tevahî azad e. Ev yek di demekê de ye ku Spaha Pasdaran berê gefa girtina daxistina Hormozê xwaribû.