Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelo Qasimlo ligel daxwazên îro yên neteweya xwe dimeşiya?

16:04 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2026

N. Dr. Mecîd Heqî

 

Di gotûbêjeke dostane de, pirsek ji min hat kirin ku rengvedana yek ji girêkên siyasî yên herî girîng ên dîroka hemdem a Kurdistanê ye: «Doktor Qasimlo ku baweriya wî bi "demokrasî ji bo Îranê û otonomî ji bo Kurdistanê" hebû û xwe ji her îraniyekî îranîtir didît, gelo heke îro sax ba, ev dirûşmeyên îro yên kurdên Rojhilatê Kurdistanê mîna federalîzm, daxwaza mafê diyarkirina qederê (çaranûsê) û heta serxwebûnê ji bo wî dihatin qebûlkirin?»

Min jî bêyî dudilî û bi piştgirêdana bi şarezayiya xwe ya li ser fikra siyasî ya wî rêberî, weha bersiv da: Belê! Ji bo Doktor Qasimlo pirsa neteweyî ne pirseke "statîk" (îsta) û rawestiyayî bû, belkî pirseke siyasî ya zindî û di rewşa guhertin û geşepêdana berdewam de bû. Qasimlo rêberekî lêzan û dûrbîn bû, ew ne mirovekî weha bû ku di qalikekî dirûşmeya serdema xwe de bimîne, belkî ji bo paşrojê xwediyê bername û projeyên stratejîk ên mezintir bû.

Ji bo ku ez hevalê xwe qanî bikim, min çend nimûneyên dîrokî jê re anîn edet û di vê gotarê de ez dixwazim bi hûrgulî û bikaranîna teoriyên siyasî û pirsa geşepêdana neteweyî, vê rastiyê şîrove bikim.

Têza doktorayê ya Doktor Qasimlo belgeya yekem bû ku min ji hevalê xwe re anî, ku paşê di bin navê pirtûka dîrokî ya "Kurdistan û Kurd" de hat weşandin. Ev têz di salên 1960î de hatiye nivîsandin, serdemek ku cîhan di navenda Şerê Sar de bû û Doktor Qasimlo bixwe jî li Çekoslovakyayê dijî, ku welatekî sosyalîst ê girêdayî Peymana Varşovayê û di bin hêjmonya û sîbera tund a Yekîtiya Sovyetê de bû.

Di wê serdemê de ku blokparêziyê rê nedida tu cûre guhertinan di struktura dewletan de, Qasimlo di wê pirtûkê de pêşniyara "Konfederasyona Rojhilata Navîn" dike, bi şêweyekî ku Federasyona Kurdistanê bibe parçeyek ji wê yekîtiya mezin, tiştekî mîna vê modela "Yekîtiya Ewropayê" ya îro.

Ev yek ji me re dibêje ku ji aliyê teoriya pêkhateya desthilatdariyê ve, Qasimlo her ji wê serdemê ve di sîbera "otonomiyê" de derbas bibû û di asta stratejîk de li ser modelên bilindtir ên mîna federalîzm û konfederasyonê difikirî. Di zanista siyasî de, otonomî modelekî navend-tever e ku tê de desthilatdariya sereke li cem navendê ye û parçeyek ji wê desthilatdariyê dispêre jêr, lê federalîzm û konfederasyon li ser bingeha parvekirina serweriyê (Shared Sovereignty) ava dibin. Qasimlo çil sal beriya geşebûna van têgehan di navçeyê de, hewcedariya guhertina pêkhateya hêzê fêm kiribû.

Piştî ku Doktor Qasimlo bû sekreterê giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistanê, di dema 18 salên sekreteriya xwe de, stratejiyeke piştgirêdan bi "kongre bi kongre nûjenbûnê" di nav hizbê de peyrew kir. Ji aliyê Teoriya Geşepêdana Siyasî (Political Development Theory) ve, partî û rêxistin heke şiyana xwe-guncandinê ligel şert û mercên serdemê de nebin, rûbirûyî dogmatîzm (çeqbestuyî) û mirina siyasî dibin. Qasimlo ev yek baş dizanibû.

Gava wî ya herî girîng di vê qonaxê de ew bû ku Hizba Demokrat û pirsa kurd ji hizba Tûde ya Îranê cuda kir û serxwebûna siyasî ya wê hizbê mîsoger kir. Ev ne tenê guhertineke rêxistinî bû, belkî ji aliyê teorîk ve bi wateya cudakirina pirsa kurd ji pirsa giştî ya Îranê bû. Wî îspat kir ku pirsa neteweyî ya Kurdistanê dosyeyeke taybet û serbexwe ye û nabê bibe paşkoya kêşeyên navxweyî yên opozisyona îranî yan navendê.

Her di dema vê nûjenbûnê de, wî di peywendiya paşroja Kurdistanê de pêşniyara modela "Sosyalîzma Dêmokratîk" kir. Gava em li pirtûkoka (namilkeya) "Kurtebasek li ser Sosyalîzma Demokratîk" dinêrin, ew pir bi ciwanî û hûrgulî şîrove dike ku armanca sereke ya vê kurtebasê û vê modelê, di bingeh de "Rojhilatê Kurdistanê" ye. Ev jî nîşaneya wê yekê bû ku projeyeke taybet û serbexwe ji bo avakirina civaka paşerojê ya Kurdistanê di mêjiyê wî de hebû.

Pirsa kurd di dema sed salên borî de guhertinên pir mezin bi xwe ve dîtine. Wê çaxê ku Doktor Qasimlo rêberiya Partiya Demokrat dikir, hîna pirsa neteweyî bi vê şêwaza îro nebibû pirseke girseyî (cemaverî) û giştî di nav hemû mal û kolanên Kurdistanê de. Wê demê û beriya Qasimlo jî, pirsa siyasî û mafê diyarkirina qederê (çaranûsê), bêtir pirseke peywendîdar bi elîta siyasî, serkirdeyên partiyan û kêmaniyeke piçûk a rewşenbîran di navxoya elîta civaka Kurdistanê de bû. Lê dînamîzma dîrokê ranewestiya.

Niha rewş bi tevahî guheriye. Pirsa kurd bi şêweyekî wekhev û paralel di hemû beşên Kurdistanê de geşe kiriye û bûye pirseke girseyî ya kûr. Civaka Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hişyariya neteweyî ve gihştiye lûtkeyê. Nimûneya herî berçav a vê rastiyê, di Newroza Xakîpêşanê (sala 2725an a kurdî) de xwe nîşan da; gava civaka Kurdistanê bi şêwazekî bêhempa, yekgirtî û medenî hatin qadan û nîşan dan ku bi şêweyekî giştî xwaziyarê diyarkirina qedera xwe ne.

Doktor Qasimlo wek rêberekî jêhatî, her dem peyrewî ji stratejiya "realpolîtîk" (realîzma siyasî) dikir. Wî baş dizanî ku dirûşmeyên siyasî amûrên tevgera siyasî ne, ne ku wekî tekstên pîroz û neguherbar bin. Rastiyên siyasî, hevsengiya hêzê, jeopolîtîk û rewşa aborî, navçeyî û navneteweyî dibin sedem ku dirûşme û armancên siyasî ji bo çareserkirina pirsa kurd li gorî serdemê bên guhertin.

Di serdema Doktor Qasimlo de, jeopolîtîka navçeyê û cîhanê rê nedida dirûşmeyeke mezintir ji otonomiyê. Sîstema du-cemserî hişyar bû di parastina sînoran de û opozisyona îranî jî tu cûre daxwazeke neteweyî qebûl nedikir. Ji ber vê yekê dirûşmeya "Demokrasî ji bo Îranê" kite kilît bû ji bo vekirina deriyê diyalogê û danasîna dosyeya kurd di asta navneteweyî de.

Bêguman îro realîteyên jeopolîtîk guherîne. Pêgeha navneteweyî ya kurdan bihêztir bûye, dewleta navendî li Îranê rewayiya (şerîata) xwe ya navxweyî û navneteweyî ji dest daye, û berî her tiştî civaka Kurdistanê di qonaxa netewesaziyê de pêş ketiye. Di bin ronahiya van guhertinan de, guhertina dirûşmeyan ber bi federalîzm û serxwebûnê ve, ne tenê dûrkeftina ji rêbaza Qasimlo nîne, belkî dirêjkirina sirûştî ya fikra wî ya dînamîk e.

Di dawiya axaftina xwe ya ji bo hevalê xwe de, min tekezî li ser vê xalê kir û min got: Ez bawer dikim ku heke îro Doktor Qasimlo sax ba, ne tenê nedibû neyar an dijberê dirûşmeyên hemdem ên gelê me, belkî ji ber pêgeha wî ya akademîk, siyasî û dîplomatîk a bêhempa, dê bibûya yek ji danerên (teorîsyenên) sereke yên teoriya rizgarîxwaz a qonaxa netewesazî û netewebûna xelkê Kurdistanê.

Ew dê bibûya endezyarê misogerkirina mafê diyarkirina qedera gelê kurd di yasa û korbendên navneteweyî de. Qasimlo fêrî me kir ku siyaset zanista hînbûn û guhertinê ye di pêxema gihîştina bi rizgariya neteweyî de, û îro jî Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazekî yekgirtî li ser heman rêbaza geşepêdandî gavan diavêje.