Li 37emîn salvegera şehîdkirina “Dr. Qasimlo” de li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên berfireh ên teblîxî berdewam bi rê ve diçin û endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat û ciwanên şoreşvan bi lidarxistina wan çalakiyan, rêz li yad û navê vî rêberê navdar digrin.
Li wan çalakiyan de poster û traktên taybet bi 22ê Pûşperê hatine belavkirin û alaya pîroz a Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat hatine bilindkirin.
Hejmarek ji çalakiyan li roja 22ê Pûşperê ev in:
Li bajarê Banê de li bajaroka Kanîsorê de çalakiyên berfireh bi rê ve çon.
Li bajarê Mihabadê de li “Mizgevta Hacî Seyîd Hesen a vî bajarî û gundên Tepereş, Qelat, Heyran û Qeregul û bajarê Goyktepe û devera Şarwêran, Çemê Mecîdxan” ser bi bajarê Mihabadê de çalakiyên teblîxî bi rê ve çon.
Li bajarê Bokanê de jî li ser rêya Pîrwelî bo Baxê Husên Mameyê de alaya pîroza Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat hatine bilindkirin.
Endamê û alîgirên têkoşer ên Hizda Dêmokrat tevî lidarxistina wan çalakiyan, peyman digel rêbaza şehîdan dubare kirin û amadebûna xwe bo encamdana her erkek niştimanî û Hizbî ragihandine.