Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dawîpêhatina êrîşên xwe yên vê gerê bo ser Îranê ragîhand

10:59 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2026

Artêşa Amerîka ragehand pêleke nû a êrîşan bo ser dehan pêgeh li navxweyê Îranê dawî pêanîne, armanc ji wan êrîşan wek Amerîka ragîhandiye, gerentiya azadkirina hatinûçûna deryayî li Tengava Hormozê de bûye.

Îro Dûşemî 22ê Pûşperê SENTKOM li daxûyaniekê de ragehand, êrîş li rêya firokên şerker, keştiyên şerker, dironên êrîşber û bo yekemcar keştiya bêsernişîniya êrîşber hatine encamdan, amanc pêkhatibûn ji sîstema berevaniya esmanî a Îranê, binkên radarî ên qiraxavî û şiyana mûşek û diron û belemên şerker ên biçûk, herwisa artêşa Amerîka ragehand, serkeftî bûn ji xistine xiwara mûşekek Kirûz û dironek Îranî.

Ew êrîşane bi fermana rastewxwe a Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka hatine encamdan bo sizaya hêzên rejîma Îranê, Amerîka ragîhand, Spaha pasdaran berê teqe li keştiyên bazirganî kirine li Tengava Hormozê û ew êrîşane bo kêmkirina şiyana Îranê ye û li êrîşkirine ser deryavaniya sivîlan.

Medyayên Îranê belavkirine ku dengê teqînên bihêz li çendîn bajar û deveran hatine bihîstin, ji wan Sîrîk, Bender Ebas, Qeşim, Casik, Bûşehir, Abadan, Çabehar û deverên başûrê Rojhelatê Sîstan û Belûçistanê.

Herwisa hate ragîhandin di wan êrîşan de binkeya çarem a esmanî li Dêzfûl li Bakûrê Ehwazê bûye armanc û berqa bajarê Ehwazê bi temamî hatiye qût kirin, û çendî kes hatine kuştin û birîndarkirin.