Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê di navbera Amrîka û Îranê û êrîşên wan bo ser hevdû

11:11 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2026

Amerîkayê ragihand ku operasyonêke nû ya leşkerî li dijî Îranê bi dawî anîne û armanca wê ew bûye ku şiyana leşkerî ya Îranê kêm bike û ewlehiya rêya deryayî ya Tengava Hormozê biparêze.

Li gorî daxûyaniya (CENTCOM), ev çendîn şev e ku Amerîka û Îran êrîşê dikne ser hev bibê eva ku bi avayekî fermi destpêkirina şer ragîhandibin.

Medyayên fermî yên Îranê ragihandin ku Spaha Pasdaran bi mûşek û dironan çend bingehên leşkerî yên Amerîkayê li Ordon, Behreyn û Kuweytê kirine armanc.

Ajansa IRNA jî ragihand ku bingeha hewayî ya Şehzade Hesen li Ordon, navenda fermandariya dironî ya Amerîkayê li Behreyn û bingeha hewayî ya Alî Salim li Kuweytê di nav wan armancan de bûne.

Di heman demê de, Tengava Hormozê bûye navenda wan aloziyan. Piştî êrîşa li ser keştiyek bazirganî û agirgirtina wê, Spaha Pasdaran daxuyaniyek belav kir û gefa daxistina Tengava Hormozê xwar.

Tengava Hormozê yek ji girîngtirîn rêyên veguhastina wizeyan li cîhanê ye, nêzîkî 20% ji neft û gaza cîhanê ji vê tengavê derbas dibe.