Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, bi hilkefta salvegera şehadeta Dr. Qasimlo peyamek belav kir

11:28 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2026

37 sal li ser şehidbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, derbas bûn.

Axundên kevneperestên Îranê, dixwastin bi teror kirina rêberên Kurd pêşiya xebata rizgariya Rojhilatê Kurdistanê bigrin. Lê belê rejîma Xumeyniyê kevneperest negeheşte armanca xwe. Hevsengerên şehîd Qasimlo, di xetûmeşên stratejik, ku Qasimlo daniye, xebat berdewam kirin, nehiştin, ku sengera şehîdan vala bimine û bi vî awayî xewn û xeyalen rejima Îranê pûç kirin.

Di pareke dine a peyama Partiya Sosyalîst de hatiye: Bi şehîd kirina Dr. Qasimlo ne tenê xebata azadixwaziya Kurdistanê têkneçû, belku her berdewam bû û pêşve çû. Bi hezaran xort û lawên Kurd bûne Pêşmerge. Gelê Kurdistana Rojhilatê jî, ji berê bi hêztir hatiye meydana xebatê û bi xebatên cur bi cur daxwaza mafên xwe yên netewî û demokratîk dikin.

Piştî derbasbûna 37 salan, girîngiya bîr û boçûn û peşniyarên siyasî yên Qasimlo bona çareser kirina pirsa Kurd li Îranê, îro ji her demê diyartir e.

Em bejna xwe li hember Dr. Qasimlo û hemu şehidên Kurdistanê, ku bi xwîna xwe ve dara azadiyê şîntir kirine, ditewînin.

Em piştrast in neviyên Pêşawa, hevsenger û qutabiyên Qasimlo û Şerefkendî, bi azad kirina Rojhilatê Kurdistanê ve tolayê Dr. Qasimlo û hemu Şehidan ji rejîma axundên İranê bistînin.

 

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê