Roja Yekşemî, 21’ê Pûşpera 1405, bi hilkefta bîranîna şehîdên 22’ê Pûşperê û 37emîn salvegera şehîbûna Dr. Qasim rêberê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û Ebdullah QadirîAzer Endamê Komîteya Navendî û nûnerê hizbê li derveyî wela, webînarek ji aliyê Komîteya Giştî ya hizbê li welatê Swêdê, bo Smaîl Şerefî Berpirsê Navenda Rêkxiravên Medenî yên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, hate lidarxistin.
Webînar bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Smaîl Şerefî di axaftinên xwe de, bi navê “Ramana Qasimlo di navbera duh û îro ya tevgera Kurdistanê de” gotarek pêşkêş kir û li ser rola Dr. Qasimlo di Hizba Dêmokrat û di tevgera rizgariya gelê Kurd, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê û bi giştî li hemû parçeyên Kurdistanê de pêşkêşî amade bûyan kir.
Navbirî herwisa bal kişand ser kesayetiya Dr. Qasimlo û evîn û rêza ku di nav gelê Kurd de û li derveyî Kurdistanê di navendên akademîk û astê navneteweyî de bi dest xistibû, ev hez û rêz heta îro jî berdewam e, û piştî 37 salan ji terorakirina wî, ciwanên Kurdistanê bi dirûşma “Qasiml, Qasiml, rêya te berdewa e” bîranîna wî zindî diparêzin û ramana wî hîn jî di hizir û bîra gelê Kurd de dijî.