Em Dr. Qasimlo bi rêzdarî bi bîr tînin
Dr. Qasimlo di 13yê Tîrmeha 1989an de li Viyeneya paytextê Otrîşê li gel Ebdulla Qadrîazer û Dr.Fazil Resûl, ji alîyê terorîstên rêjîma Îranê ve hatin terorkirin.
Dr. Qasimlo û hevalên xwe gava bi diplomat-terorîstên rêjîma Îranê re di danûstandinê de bûn, ji alîyê heman terorîstên binav diplomat û li ser maseya danûstandinê, hatne terorkirin.
Di dirêjiya peyama Partiya Welatparêzên Kurdistanê de hatiye: Dr. Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû.
Dr. Qasimlo herwisa pêşmerge, fermandar û rêberekî bi tecrube û hêja bû ku, ne bes ji kîsê PDKÎyê, belku ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanîyan çû.
Di dawiya peyama Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) de hatiye: Di 37emîn salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî de, em wan bibîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî em Dewleta Îranê rûreş dikin.