Êvara Yekşemî 21ê Pûşpera 1405an, bi beşdariya Komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li welatê Fîland, Alman, Otrîş, Siwîs, Danmark û Holendê, wêbînarek bo yada 37 saliya şehîdkirina Dr Qasimlo û hevalên wî birêve çû, webînar bi sirûda netewî a Ey Reqîb û ragirtina xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Li destpêkê de xatû Mûnîre Nêgehdar, bixêrhatin ji beşdarbûyan kir û sipas û pêzanîna xwe bo wê yada hevbeş a komîteyan da xûya.
Piştre Dr Kiwêstan Gadanî, Endama Komîteya Navendî û berpirsa Navenda derveyê welat a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, wek witarbêjê sereke, behsa xwe pêşkeş kir, navbirî tekezî li ser çend mijarên girîng ên Sitratejî kir, bi taybetî, têgeheştina rast û siyasiyane li mîrata Dr Qasimlo bo mînak hizirkirina sitratejîk û têkelkirina mafê netewî û dêmokrasî, behis li şiyana rêberê mezin û hebûna wî wekî rêberê serdema xwe û diyarbûna bandora wî li karê dîplomasî bo Kurd û Kurdistanê li vê serdemê de û peydakirina dost û alîgirek zêde bo peydakirina rewa a gelê me.
Dr Kiwêstan Gadanîli doma axiftina xwe degot: Eva ku Qasimloyê Mezin li rêberên din cûda dike û wek rêberekî karîzmatîk tê nasandin, karîzmatîk bi wateya tewaw a peyvê, rêberek ku bo têgehandin û pêgehandina ligel her takek civakê dirûnê û guh digre û li nêz ve derd û azarên ewan dikire hevîna karûbarên siyasî û dîplomasiyane û bingeha karê sitratejî nav hizbê de zêdetir li ser wê şêwaza karkirinê didana.