Bi hilkefta 37emîn salvegera terorakirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Edullah Qadirî Azer û Dr. Fazil Resûl, rêûresimek bo bîranîna şehîdên Viyanê ji aliyê Komîteyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Firansê li ser gora Dr. Qasimlo li goristana Pêrlşêzê ya Parîsê hate lidarxistin, ku di vê rêûresmê de berpirsên hizbê, nûnerên aliyên siyasî û sivîl, endam û alîgirên hizbê amade bûn.
Rêûresim bi sirûda neteweyî ya ey Reqîb û xulekek bêdengiyê ji bo rêzgirtin ji şehîdan dest pê kir. Piştre tacegula rêz û vefayê li ser mezarên şehîdan hatin danîn û nûnerên çend saziyên Kurdî û Îranî weke: Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Firansê, Enstîtûya Kurd li Parîsê, Koma Kurdan li Parîsê û Rêxistina Yekîtiya Fedayiyên Xeliq ya Îranê bi danîna tacegulan, rêza xwe bo şehîdan dan nîşan.
Di beşa sereke ya rêûresmê de, Hesen Şerefî Endamê Desteya Kargêrî a Hiba Dêmokrat, peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê pêşkeş kir û bal kişande ser domandina rêbaza siyasî û mîrasa Dr. Qasiml û, têkoşîna bo azadî, dêmokrasiyê weke hewcehiya berdewamiya xebatê zanî. Wî herwisa behsa cudahiya biryarên dadgehên Alman û Otirîşê di dosiyeyên Mîkonos û Viyanê de kir.
Di dawiya merasîmê de, peyama rêxistinên medenî ji aliyê Nûnera Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê hate xwendin û beşdarbû ber bi gora şehîdên Mîkonosê ve jî çûn, û bi danîna tacegulan li ser gora wan şehîdan, careke din peymana digel rêbaz û armancên şehîdan nû kirin.